Sibeha roja Çarşemê, kolberek bi navê Ferîd Wetenî Resûl xelkê Merîwanê li sînorê vî bajarî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetlkirin. 

Ev kolber li sînorê “Dereweran”a Merîwanê ji aliyê hêzên rejîmê ve bêyî ku ti hişyariyek bê kirin, raste rast hatiye gullebaran kirin. Ferîd Wetenî Resûl xelkê gundê “Nişkaş”a Merîwanê ye, zewicî ye û sê zarokên wî hene. 

Herwiha sibeha roja Şemiyê, kolberek din ê bi navê Emîr Kerîmî xelkê gundê Goşxanî ya ser bi bajarê Serivavayê û nêzîkî gundê Ancîran a ser bi Merîwanê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hate gullebaran kirin û bi giranî birîndar bû.

KURDPA