Rejîm har dibe Kurdistan azad dibe

În 18 Mijdar 2022 - 08:16

  • Bajarên Rojhilatê Kurdistanê û li bajarên mezin ên Îranê nerazîbpna xelkê êdî rejîma Îranê qenc ditirsîne. Di encama vê de rejîm har dibe û êriş dike. Lê ev êrişên wê bi xelkê nikare; xelk meydanan ji rejîmê xalî dike. 

Piştî ku beriya bi 3 rojan greva giştî hat ragihandin li Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan zêde bûn. Li hin bajaran êvaran avahiyên ser bi rejîmê jî hatin dagirkirin. Hêzên rejîmê jî di êrişkariya xwe de har bûn. Di encama êrişên rejîmê de gelek kes li Rojhilatê Îranê şehîd bûn, navê 7´an ji wan jî eşkere bû. Di nava şehîdan de zarokek jî hene. Lê di xwepêşandanan de, di spartina axê ya cenazeyên şehîdan de peyama sereke biserxistina şoreşê bû.  
Li gorî Çalakvanên Mafê Mirovan û çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanên pêr bi şev de herî kêm 7 kes şehîd bûne.

Ji pêr ve bajarên deverên din ên Îranê, weke paytext Tehran, bajarên mezin ên weke Meşhed, Esfehan, Şîraz, Tewrêz, Kirman, Buşehr, Bender Ebas û gelek cihên din xwepêşandanan dewam kir. Rejîmê li van deveran jî êrişî xwepêşandanan kir û gelek mirov şehîd kirin.

Li bajarê Xoristanê li gorî medyaya fermî ya hikûmetê ji aliyê du kesên li ser motorê ve gule li xwepêşanderan hatiye barandin û encamê de 7 xwepêşander hatine qetilkirin. Tê zanîn ku nexasim hêzên paramîlîter ên rejîmê yên bi navê besîc bi motorbisiklêtan êrişî xwepêşanderan dikin.

Li navçeya Semîromî ya ser bi Esfehanê, dîsa li gorî medyaya fermî ya rejîma Îranê, herî kêm 3 xwepêşander hatine qetilkirin, heman çavkaniyên rejîmê dibêjin, li Esfehanê jî 2 endamên hêzên Besîc jî hatine kuştin.

Li Kurdistanê serhildan e

Herçî Rojhilatê Kurdistanê ye, hêzên rejîmê êrişên xwe dijwartir dikin. Bi gotineke din rejîm li Rojhilatê Kurdistanê har bûye.

Ji çepê ber bi rastê ve şehîd Mihemed Hesenzade, şehîd Esed Rehîmî û şehîd Salar Micawir

Li Bokanê di êrişa hêzên rejîmê yan li dijî xwepêşandanan de 3 xwepêşander şehîd bûn. Çarşemê êvarê Weke gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê li Bokanê ya ser bi Bokanê jî xelk li ber rejîmê rabû. Di êrişa rejîmê de Salar Micawir ê 30 salî, Esed Rehîmî yê 30 salî û Mihemed Hesenzade yê 28 salî şehîd bûn. 
Li gorî çavkaniyên haydar ji rewşê, hêzên rejîmê bi guleyên tivingan gule li xwepêşanderan reşandine. 

Ji bo bexteweriya netewe

Bi qasî ku hat zanîn Salar Micawir xwediyê bawerînameya Karnasiya Mîmariyê bûye. Mihemed Hesenzade jî beriya şehîd bibe li ser hesabê xwe yê Instagramê heman rojê nivîsîbû, “Dibe ku îro roja dawî a jiyana min be, ji bo bexteweriya netewe ye”.

Li Bokanê bi vî awayî kuçe, meydan û saziyên fermî du şevan di kontrola xelkê bajêr de bûn. Wan sereqet sloganên “Mirin ji bo dîktator" û "Jin jiyan azadî" gotin.

Li Kamyaranê jî di êrişa hêzên rejîmê de gelek welatî şehîd bûn. Ji wan nasnameya Fûad Mihemedî yê 38 salî eşkere bû. Fûad Mihemedî xelkê gundê Mawyanê bû. Fûad Mihemedî zewicî bû û bavê du zarokan bû.

Xelkê Kamyaranê du şevan li ser hev meydan û kuçeyên bajêr ji hêzên rejîmê paqij kirin û sloganên şoreşê gotin. Di êrişa hêzên rejîmê de van her du şevan gelek welatî şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn. Ji şehîdan navê Fûad Mihemed heta niha eşkere bûye.

Beglerî û Elahmoradî

Li Sine jî Îsa Bêglerî û Zanyar Elahmoradî jî bi guleyên hêzên rejîmê şehîd bûn. Sêşemê bi şev piştî ku xelkê dest bi xwepêşandanan kir, hêzên rejîmêî êrişî wan kir. Di encama êrişa bi guleyên rastîn de Îsa Bêglerî yê 39 salî yê ji gundê Nisnar a ser bi Seravayê şehîd bû. Termê Bêglerî di bin zilm û zexta hêzên rejîmê de bêyî amadebûna xelkê bi axê hat spartin. Îsa Bêglerî jî zewicî bû û bavê du zarokan bû.

Ji çepê ber bi rastê ve şehîd Zanyar Elahmoradî û şehîd Îsa Bêglerî 

Heman şevê Zanyar Elahmoradî jî di taxa “Kanî Kozele” de di êrişa hêzên rejîmê de şehîd bû. Zanyar Elahmoradî bi qederê 100 guleyên saçilme şehîd bûye. 

Nûciwanekî din şehîd kirin

Li taxa Kerîmabad a bajarê Seqizê jî hêzên rejîmê ciwanê 17 salî Danyal Pabendî şehîd kir. Pêr bi şev di dema xwe pêşandanên mezin ên li bajêr de, hêzên rejîmê êriş bir ser xelkê bajêr. Di êrişê de ciwanê bi navê Danyal Pabendî ji nêzêk ve bi guleyan hat şehîdkirin.

Bi vê awayî hejmara kesên ku temenê wan di bin 18 salan de yên li Rojhilat şehêîd bûne, bû 12.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.