Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku endamên wê li pênc bajaran 3 fabrîke, navendeke madeyên kîmyewî û wesayitek şewitandine.

Însiyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyek weşand û ragihand ku di navbera 1 û 2'ê Adarê de li Stenbol, Bûrsa, Izmîr, Bîlecîk, Manîsa û Çanakkaleyê çalakî kirine. Însiyatîfê hişyar kir ku çalakiyên wan ên li dijî faşîstan wê dewam bikin û ragihand ku 2'ê Adarê li Ataşehîr a Stenbolê fabrîkeyeke mobîlya ya 'dijminên Kurdan', li navçeya Şehzadeler a Manîsayê navendeke madeyên kîmyewî û plastîkê ya AKP'iyan, li Mereşê fabrîkeyeke tekstîlê ya 'faşîstan', di 1'ê Adarê de jî Çanakkaleyê wesayîta kesekî MHP’yî û li navçeya Pazaryerî ya Bîlecîkê febrîkeya ard a berê ya Demîrkoy a AKP'iyan, hatin şewitandin.

NAVENDA NÛÇEYAN