Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Metîna û Xakurkê li dijî dagirkeran çalakî kirin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 kamera û 2 kamerayên mobesse hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên gerîlayan û êrişên artêşa Tirk a dagirker dan:

 

Li  Şehîd Delîl a rojavayê Zê (Zapê)

22'ê Tebaxê saet di 13:00 û 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li 2 çeperan hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê çalakî kirin.

22'ê Tebaxê saet di 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

22'ê Tebaxê saet di navbera 22:10 û 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî Hêzên me yên YJA Starê du caran dest li helîkoptereke Skorsky werdan.

22'ê Tebaxê saet di 08:00 û 23:00 de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Derb li 2 çeperan hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê çalakî kirin.

23'ê Tebaxê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hêzên me 4 çalakiyên hevdemî li dar xistin. Baskê destpêkê bi sekvaniyê sîstemeke kamera ya mobesse îmha kir. Baskê duyemîn bi çekên giran derb li çeperekî dagirkeran xist. Baskê sêyemîn bi çekên giran li çeperekî din ê dagirkeran xist. Baskê çaremîn jî bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir.

24'ê Tebaxê saet di 01:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çepereke dagirkeran hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê çalakî kirin.

24'ê Tebaxê saet di 03:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran dagirkerek hate cezakirin.

24'ê Tebaxê saet di 03:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê ket. Hêzên me yên YJA Starê çalakî kirin.

 

Li herêma Zê (Zapê)

22'ê Tebaxê saet di 18:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran derb li dagirkeran hat xistin, wan hewl dida bi kepçeyan çeperên me hilweşînin.

24'ê Tebaxê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê derb li kepçeyeke dagirkeran hate xistin ku hewl dida çeperên me xera bike.

 

Li herêma Metînayê

21'ê Tebaxê saet di 17:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li 2 çeperên dagirkeran hate xistin.
23'ê Tebaxê saet di 17:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, 2 kon û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin. Hêzên me yên YJA Starê çalakî kirin.

 

Li herêma Xakurkê

21'ê Tebaxê saet di 16:15'an de bi çekên giran derb li dagirkerên li Girê Şehîd Axîn hate xistin.

23'ê Tebaxê saet di 06:15'an de bi çekên giran derb li dagirkerên li Girê Şehîd Şahan hate xistin.

23'ê Tebaxê saet di 09:00 de bi çekên giran derb li dagirkerên li Girê Şehîd Axîn hate xistin. Hêzên me yên YJA Starê ev çalakî hemû kirin.

 

Êrişên bi teqemeniyên qedexekirî

22'ê Tebaxê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya li Zapê, çeperên me carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

BEHDÎNAN