Reforma dadweriyê li Îsraîlê

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 11 Nîsan 2023 - 09:05

Sîstema siyasî ya Îsraîlê di nava krîzeke kûr de ye. Dihate pêşbînîkirin ku di dawiya sala 2022’an de avakirina hikûmeteke bi serkêşiya Benjamin Netanyahu, piştî encamên gera pêncemîn a hilbijartinan di nava 3 sal û nîvan de, karibe welat hinekî aram bike. Lê belê, vê yekê nehişt ku krîz bi dawî bibe, berevajî vê, tenê ew derxist asteke din. Yek ji gavên yekem ên koalîsyonê, hewldaneke ji bo derbaskirina rêze qanûnan bû ku dê bi awayekî cidî di dadweriyê de reforman bike. Ev yek ji wan faktoran bû ku ne tenê bû sedema rexneyên opozîsyonê, lê di heman demê de bû sedema zêdebûna nerazîbûna tund a gel jî.

Xwepêşandanên li bajarên Îsraîlî ji meha Çile ve, ranewestiyane û xuya ye ku dê dewam bikin heta ku her du kom yanî alîgirên hikûmetê û yên opozîsyonê biryarekê bi tevahî bipejirînin. Daxuyaniya Benjamin Netanyahu ya li ser "cemidandina" demkî ya reforman, hinekî tundiya azweriyan kêm kir, lê sedema krîzê ji holê ranekir.

Reforma dadwerî ya ku ji hêla hevpeymaniyê ve hate bipêşvexistin, xuya ye, ne çavkaniyeke dijwarbûna krîza civakî-siyasî ya Îsraîlî bû, belkî faktoreke zêde bû ku nakokî gihand asteke nû. Yek ji wan sedeman jî taybetiyên koalîsyona desthilatdar e. Di hikûmeta 37’an a Îsraîlê de nûnerên partiyên rastgir ên tund hene, ku gelek ji wan xwedî nihêrînên pirr radîkal in li ser tevgera niştecihbûnê, ku piştgirên wê yên çalak in, çareserkirina pirsgirêka Filistîn-Îsraîl û çend mijarên din jî di nav de.

Dewleta Îsraîlê bi yekê ji krîzên navxweyî yên herî giran ên sedsala 21´ê re rû bi rû ye. Xwepêşandanên mezin, nakokiyên navetnîkî yên dijwar, gotinên provokatîf ên sazûmana siyasî, xeterên ewlehiyê yên bilind - van dijwariyan hemû ji bo demekê xebata normal a pergala dewletê ya welêt dijwar kir. Di demeke kurt de, çareseriya krîzê mumkin e, heger îradeya siyasî û amadebûna ji bo diyalogeke rasteqîne ji aliyê hevpeymanî û opozisyonê ve hebe.

Lê belê, sedemên wê reforma qanûnî ya pêşniyazkirî yan jî pirsgirêkên dadweriyê yên Benjamin Netanyahu, kûrtir in. Alozî  bi giranî ji ber parçebûna hilbijêrên Îsraîlê û elîtên siyasî ye. Asta pirr bilind a bawerîbihevneanîna dualî ya di navbera nûnerên komên dijber de her gav rê nade danûstandinên çêker û lipeyxwehiştina pirsgirêkê dijwar dike. Lê belê, di demeke dirêj de, Îsraîl - dewleteke xwedan civakeke sivîl a bihêz û çalak, pergaleke siyasî ya pêşketî - şansê wê gelek e ku vê alozîya  derketiye, li pey xwe bihêle. Ji bo vê yekê, pêkhateyên wê hemû dê bi awayekî aktîf bixebitin da ku asta polarîzasyona civakî kêm bikin û baweriya bi hev vegerînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.