Rêçeteya çareserkirinê

Duşem 1 Adar 2021 - 01:39

  • Di warê çareserkirina meseleya kurd de heya niha gava herî mezin a hatî avêtin di sala 2015'an de îmzekirina Peymana Dolmabahçeyê bû. Cîgirê Hevserokatiya HDP'ê Tayip Temel got: "Niha tişta divê bê kirin, cardin vegera li metna peymanê ye."

Li Tirkiyeyê di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de, heya niha gava herî mezin a ku hatiye avêtin Peymana Dolmabahçeyê ye. Peyman di 28'ê Sibata 2015'an de di navbera Heyeta Îmraliyê û heyeta dewletê de hatibû îmzekirin.

Peymana Dolmabahçeyê ji 10 xalan pêk dihat. Li gor Rêber Abdullah Ocalan, îmzekirina peymanê wekî "asta yekemîn" a pêvajoya çareseriyê bû. Di 28'ê Sibatê de Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder eşkere kiribû ku Ocalan gotiye: "Ji bo PKK dev ji têkoşîna çekdarî berde û biryareke stratejîk û dîrokî bide, ez bang lê dikim ku di Biharê de kongreyeke awarte li dar bixe." Endamê heyeta dewletê Yalçin Akdogan jî gotibû: "Em bibiryar in ku ev pêvajo bigihê armanca xwe." Di heman rojê de Erdogan jî gotibû: "Ev bangawaziyeke ku em bi hisret li bendê ne." Lê belê di 18'ê Gulana heman salê de piştî ku DAIŞ'ê avahiyên HDP'ê yên Edene û Mêrsînê bombekirin û di 5'ê Hezîranê de di mîtînga HDP'ê ya Amedê û di 20'ê Tîrmehê de li Pirsûsê komkujiyek pêk anî û paşê li Pirsûsê di 24'ê Tîrmehê de du polîs bi awayekî biguman hatin kuştin, pêvajoya çareseriyê jî bi awayekî yekalî hatibû bidawîkirin.

Piştî vê cardin pêvajoya şer dest pê kiribû. Li gor daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di navbera 2015-2020'an de sivîl jî di nav de 5 hezar û 365 kes di şer de û di êrişan de jiyana xwe ji dest dane û 7 hezar û 986 kes jî birîndar bûne. Ev pêvajoya navbirî hîn jî didome. 

 

Bûyereke dîrokî bû

Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê û Parlementerê Wanê Tayip Temel ku di sala 2012'an de li girtîgehê 68 rojan di greva birçîbûnê de mabû û piştî çalakî bi ser ketibû pêvajoya çareseriyê dest pê kiribû, behsa vê pêvajoyê kir. 

Temel, diyar kir ku pêvajoya çareseriyê bi vîna Ocalan dest pê kiriye û got: "Aqilê dewletê yê wê çaxê, hikûmeta wê çaxê û serokwezîrê wê çaxê Erdogan ev yek qebûl kirin û hevdîtin bi vî awayî dewam kirin. Di dîroka Tirkiyeyê de, ji xeynî qanûna 1921'ê, cara ewil bû ku hebûna gelê kurd, mafê gelê kurd, statu û azadiya gelê kurd dibû mijara nîqaşê. Ev ji bo gelê kurd û gelên Komara Tirkiyeyê bûyereke dîrokî bû." 

Temel, bi bîr xist ku di êrişên li ser Rojava de, nexasim jî di êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê de ji dêvla ku hikûmet helwesta xwe nîşan bida, bi helwesteke ku piştgiriya êrişan dikir tevgeriyaye û ev helwest ji bo pêvajoya çareseriyê bûbû cihê bêbaweriyê.
 
Peyman firsendek bû

Temel, destnîşan kir ku Peymana Dolmabahçeyê ji bo gelên Tirkiyeyê firsendek bû û îro ro careke din derketiye holê ku pirsgirêka kurd bi pevçûnan, bi şer nayê çareserkirin û got: "Argumanên sereke yên bi awayekî demokratîk veguherandina Tirkiyeyê di metna peymanê de hene. Îro tişta ku divê bê kirin, cardin vegera rêçeteya çareseriyê metna peymanê ye." 

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.