Rêber Ocalan îradeya herî mezin e
În 17 Mijdar 2023 - 00:05
Bi pêşengiya ciwanên Kurd û înternasyonalîst, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li gelek deverên Ewrûpayê çalakî hatin lidarxistin û doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.
Li Ewrûpayê ciwanên Kurd û înternasyonalîst ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, her roj li ser piyan in û çalakiyan li dar dixin. Ciwanan li Fransa û Swîsreyê çalakiyên cihêreng kirin. Endamên KOMAW’ê jî bi daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan, li Elmanyayê çalakî li dar xistin.
STRASBOURG: Ciwanên Kurd û înternasyonalîst ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî li avahiya Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin. Polêsên Fransî bi tundî ciwan kirin binçavan. Ciwanên ku hatin kelepçekirin û rû bi rûyê tundiyê bûn, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.
MARSÎLYA: Ciwanên Kurd li bajarê Marsîlya yê Fransayê li hev civiyan û ji bo balê bibin ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li avahiya Nûnertiya Parlementoya Ewrûpayê ya li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiya bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Ciwanên ku bi pankarta Fransî “Ji Rêber Apo re azadî” û berzkirina dirûşmeya “Lîberte pour Ocalan” ketin avahiyê, diyar kirin ku hemû saziyên cîhanê û Ewrûpayê şirîkê vê êşkenceyê ne û xwestin dawî li pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê bê anîn.
Çalakvanên dosyaya ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikir, radestî rayedarên Parlementoya Ewrûpayê kirin û li ber avahiyê çalakiya xwe domandin.
ZÛG: Endamên Tevgera Ciwanên Kurd ji bo balê bibin ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî bidin nasîn, li Bundesplatzê a bajarê Zûg ê Swîsreyê stand danîn.
Stand di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” di navbera saet 16:00 û 19:00’an de hat danîn. Di standê de diyarkirin ku tecrîda li Îmraliyê pergala êşkenceyê ya li dijî mirovahiyê ye.
Çalakvanên broşurên têkîldarî paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan belav kirin û xelkê agahdar kirin.
BASEL: Li bajarên Aaraû, Lûzern û Zurîhê jî têkîldarî pergala tecrîda li Îmraliyê bi rayedarên saziyan re hevdîtin hatin kirin. Herwiha bi beşdariya aktivîstên Kurd, Swîsreyî, Katalan, Ûrûgûayî, Fransî û Kenyayî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Baselê çalakiya nobetê hat destpêkirin.
Çalakiya nobetê wê her Çarşemê ji aliyê Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî ve bê lidarxistin. Di çalakiyê de wê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan bên nasandin, fîlm bên pêşandan û civînên gel ên vekirî bên lidarxistin. Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Alî Matûr diyar kir ku ew ê çalakiya ku li Baselê destpê kir, li tevahiya Swîsreyê belav bikin. Matûr bang li Kurdistanî û bi taybet jin û ciwanan kir ku xwedî li pêngava azadiyê derbikevin û bi ser bixin.
CENEVRE: Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê didome. Çalakî di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê de her hefte dewam dike. Çalakiya vê hefteyê di şexsê Seyîd Riza û hevalên wî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) a Cenevreyê Tûba Yilmaz bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û fikarên xwe yên li ser tenduristî, ewlehî û jiyana Abdullah Ocalan anî ziman.
DORTMUND: Malbatên Şehîdan KOMAW jî li bajarê Dortmund ê Elmanyayê, tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan protesto kirin û bangewaziya azadiyê kirin.
Di daxuyaniya hatî dayin de wiha hate gotin:’’Em ji jiyana Rêber Abdullah Ocalan û hevalên ku li heman girtîgehê dimînin bi fikar in. Em vê bangewaziyê ji sazî û rêxistinên wekî NY, DMME û Desteya Ewlekariyê ya YE’yê ku bi rasterast yan jî nerasterast têkiliyê wan bi dewlata Tirk re heye dikin:’’Hewce ye hûn tavilê berpirsiyariyên xwe bicih bînin.’’
NAVENDA NÛÇEYAN