Rêber APO mêvanê mala we ye

Şemî 11 Gulan 2024 - 00:51

Di çarçoveya pêngavê de TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê kampanyaya bi dirûşmeya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ dan destpêkirin. Bi vê çalakiyê re wê yek bi yek serdana malbatan were kirin, wêne û broşûrên ku jiyana Rêber Abdullah Ocalan tê vegotin bê belavkirin û behsa paradîgmaya wî bê kirin.

Çalakî ji Komelgeha Dugirê ya nehiya Sinûnê hate destpê kirin, endamên sazî û rêveberên meclisa jinê ya  komelgehê serdana malan kirin û di her serdanekê de bi germî pêşwaziya wan hate kirin. Endama Koordinasyona TAJÊ Nazê Eliyas di serdena malbatan de axivî û da zanîn ku azadî ji fikirê Rêber Apo destpê dike û got:“Weke jinên Şengalê me dest bi çalakiya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ kiriye. Em ji bo serokê xwe çi bikin jî kêm e. Serok dibe ku di nava çar dîwaran de ye, lê ew mirovê herî azad e. Bi hezaran jin û ciwan li ser fikir û felsefa wî dimeşin, ew mirovekî ji rêzê nîne, ew kesekî pîroz e.” Endama Meclisa Komelgeha Dugirê Semîra Sebrî jî got:’’Pêngava ku ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ me da destpê kirin, ji ber ku tecrîdeke giran li ser serokatiya me heye. Pêwîst bû ku heta niha mehkeme bihata nûkirin û ihtîmala berdanê jî heye, lê tirsa dewletan ji fikira azad a rêbertiya me ye. Ji bo wê jî tecrîdê giran dikin. ” Endamên çalakiyê serdena Endamê Mektep Siyasî yê PADÊ Mûsa Qasim jî kirin û gotin:“Em di van kêliyan de hîs dikin ku Rêber Apo di nava me de ye. Yê ku em ji qirkirinê xelas kirin şervanên Rêber Apo bûn. Em ê ti carî wan kêliyan ji bîr nekin û nedin ji bîr kirin jî, wê ev wêne heta dawiyê di mala me de bimîne.”

Divê Êzidî xwedî li serok derkevin

Her wisa serdana koçka Endamê KNK’ê û di heman demê de Serokeşîrê Eşîra Simoqiyan jî hate kirin. Bi navê çalakvanan endama TAJÊ ya komelgeha Dugirê Rîham Xidir got:“Pêwîste em hemû kesên di nava vê civakê de, çi jin, ciwan li Serok Apo xwedî derkevin, tişta herî pîroz ew e ku îro bi wêneyê Serok Apo em derbasî koçka komelgehê bûn û em wêneyên serok li her komelgeh, gund û malan digerînin.” Endamê KNK’ê û serokeşîrê Simoqiyan Mam Seyd Milhim pêşwaziya endam û rêveberên meclisê kir û got:“Me serok nedîtibû û wî jî Şengal nedîtibû, lê bi me ve hat û bê dudilê şagirtan xwe ji çiyayên azad ber bi Şengalê xwe berdan, bê ku tirs û xofek bikeve dilê wan, helbet wê Şengalî jî ti carî ji bîr nakin û wê can û rihê xwe jî di berde bidin. Ev rastiyeke ku divê neyê înkar kirin. Her kesê Şengalî divê xwe di ber azadiya Serok de berpirsiyar bibîne.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.