Rêber Apo doza gelê Kurd pêşxist

Duşem 3 Adar 2025 - 03:25

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwên derbarê peyama dîrokî ya Rêber APO û biryara agirbestê ya PKK’ê de, axivî.

Mihemed Emîn Pênciwênî destpêkê da zanîn ku piştî 26 salan derket holê ku Rêber Apo bi heman hêz û fikirê xwe ye û got:’’Peyam bala hemû cîhanê kêşa ser xwe û her kes li bendê bû ku bê ka wê Rêber Apo çi peyamek bide. Peyam weke bombeyek teqiya û doza gelê Kurd, li hemû Kurdistanê pêşxist. Ev yek bû sedem ku serkirdeyên Başûr û parçeyên din jî bi germî pêşwazî li peyamê bike.” Pênciwênî di dewama axaftina xwe de balkêşa ser naveroka peyama Rêber Apo û got:“Di peyamê de dibêje ku em ne aşiqê çekê bûn, lê me ji bo parastina xwe û dijî siyaseta înkarkirinê ya ser gelê Kurd çek rakiribû. Rêber Apo dibêje ku bi çekê me karî baweriya nijadperestên Tirk bi hebûna gelekê bînin ku Kurd dijîn. Pêwîste ji bo çareseriyê danûstandinê bikin. Divê bi rêya aştî, dîplomasî, siyasetî û hiqûqê bihevre bijîn. Îro hemû cîhan piştgiriya vê peyamê dikin.” Pênciwênî di dewama axaftina xwe de balkêşa ser girîngiya agirbesta PKK’ê:“Rêveberiya PKK’ê bi awayek aqilane nêzî peyama Rêber Apo bûn û biryara agirbestê ragihandin û ji bo cîhan, desthilatdarên Tirkiyeyê ragihandin ku ew şer naxwazin. Diyarkirin ku ew ji bo guftugoyê amade ne, lê divê dewleta Tirk jî agirbestê qebûl bike, dev ji êrişan berde. Divê girtiyên ji doza PKK’ê hatine girtin werin berdan.”

Herî dawî jî siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pênciwênî behsa erk û berpirsyartiya hizbên Başûrê Kurdistanê kir:“Divê hizbên Başûr ji bo ku Erdogan û dewleta Tirk gavan bavêje, bikevin nava hewldanan. Hewl bidin ku ev pêvajo pêşbikeve. Ez bang li hemû hêz, serkirde û xelkê Başûrê Kurdistan û Iraqê dikim, ji bo ku daxwazên di peyamê de bicih bên, bikevin nava hewldanan û mafê Kurdan were dayîn.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.