Rêber Apo bixwîne û bide xwendin
Çarşem 29 Çile 2025 - 02:55
Jinên Êzidî û pêkhateya Ereb, dest bi pêngava duyemîn a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Jinan gotin:"Ev pêngava bi dirûşmeya ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ ji bo ku malbat û ciwanên me vê fikr û felsefeyê nas bikin hatiye destpêkirin. Em ê vê pêngavê dewam bikin û em daxwazê ji her kesî dikin ku bi me re beşdar bin. ”
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ di 26’ê Kanûnê de li Xanesora Şegalê daxuyaniyek dan û ragihand ku di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Şengalê re xweserî’ de dirûşmeya ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ qonaxa duyemîn destpê kiriye. Jinên Êzidî û Ereb ên Şengalê bi hev re ev pêngav dane destpêkirin.
Li ser girîngiya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’, jinên Kurdên Êzidî û Ereb axivîn. Jinan diyar kirin ku azadiya jin û civakan tenê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e.
Me ji bo serokatî pêngav dest pê kir
Endama saziya Malbatên Şehîdan Pakîz Celal diyar kir ku ji bo her kes fikrê azadiyê nas bike ev pêngav hatiye destpêkirin û wiha got: “TAJÊ û jinên meclîsên Ereb ev pêngav dane destpêkirin da ku em fikrên Serokatî zêdetir nas bikin û ji wan kesên ku hîna fikr û felsefeya Serok Apo baş nas nakin re, em bi wan jî bidin naskirin. Her wiha tişta herî girîng ê di vê pêngavê de ew e ku civaka Êzidî bizanibe fikrê Serokatî çiqas girîng e. Heta îro ev fikir û felsefe me bipêş dixe. Hindek mirov hene ku heta niha nêzî rêxistina me nebûne, lê xêra rêxistinê dixwazin ku zarokên wan li ser vî fikrî mezin bibin. Fikrê Rêber Apo ji bo xelasiya hemû netewan e, ji bo xelasiya hemû bindestan e.”
Em ê vê pêngavê dewam bikin
Endama Meclîsa Jinan a Sinûnê Delal Revo jî balkişand ser girîngiya azadiya fizîkî û wiha got: “Ger ku te Rêberê xwe bi fîzîkî azad kiribe, ew ê tekoşîna te hîn xurtir be. Ev pêngava bi dirûşmeya ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ ji bo ku malbat û ciwanên me vê fikr û felsefeyê nas bikin hatiye destpêkirin. Di heman demê de me daxuyanî jî ji bo raya giştî da. Em ê vê pêngavê dewam bikin û em daxwazê ji her kesî dikin ku bi me re beşdar bin. ”
Divê Rêber Apo azad be
Endama Meclîsa Jinên Ereb Hidriye Muhemed jî wiha got: “Me ji ber fikr û felsefeya Rêber Apo, ev pêngav da destpêkirin. Rêber Apo fikir da me, azadî da me. Bi fikirê Rêber Apo em û jinên Êzidî bi hev re van pêngavan didin despêkirin. Îro meclîs û saziyên me hene, pêwîst e her kesek Rêber Apo bixwîne û bide xwendin. Dive Rêber Apo azad be, ji ber ku her tiştê em jê hez dikin da me.”
NÛJINHA/ŞENGAL