Rê nedin şer

În 11 Hezîran 2021 - 06:19

  • Karayilan bi numûneyên dîroka nêz a Kurd hewldanên dewleta Tirk ên ji bo Kurd bera Kurd bide desnîşan kir û da zanîn ku Dewleta Tirk çend meh berê heyetek ji wan re şandiye.

Endamê Komîteya Rêveber ê PKKʼê Mûrat Karayilan doh bû mêvanê bernameyeke taybet a Stêrk-TVʼê û li ser xalên sereke yên di rojevê de axivî û hin agahiyên balkêş dan. Karayilan bi bîr xist ku doza azadiyê ya gelê Kurd di serdemeke pirr girîng re derbas dibe û bal kişand ser pîlanên dijmin û neyaran ên li dijî gelê Kurd; di vê çarçoveyê de jî bûyer û ezmûnên salên 2013ʼan destnîşan kir. Tecrîdkirina Rêber Apo û êrişên bê navber ên li Bakurê Kurdistanê li ser siyasetê diyar kirin. Karayilan got: “10 hezar hevalên me di zindanên Tirkiyê de ne û ew jî di bin îşkenceyê de ne. Li Bakurê Kurdistan her roj însanên Kurd di bin navê endamtiya PKK’ê de tên girtin, li ser gelê me êşkence û zilm heye. Car din li tevahî herêmên Bakurê Kurdistan operasyonên leşkerî hene. A niha li Garzanê, Wanê, Mêrdînê, Botanê operasyon hene. Li Bakur ji biharê û vir ve gelek şer çêbûn di van şeran de me kuştî dan û şehîdên me çêbûn.

Di heman demê de li Başûrê Kurdistanê jî bi dagirkeriyê gav bi gav dixwaze hinekî erd zevt bike. Piştî dagirkirina Heftenîn û qismekî Xakurkê wekî tê zanîn di 23-24’ê Nîsana îsal de êrişek li ser herêma Metîna, Zap û Avaşînê destpê kir. Vaye îro 47 roj temam dibin. Wisa li ser me êrişeke berfireh heye. Dewleta Tirkiyê bi xwe dibêje êrişeke giştî li ser me dimeşînin. Niha li ser Başûrê Kurdistan herêmên hevalên me lê hene her tim 30 balafirên keşfê bi roj û şev hene. Jixwe balafirên şer her hene. Tu carekê dibînî li Mexmûrê dixîne, tu carekê dibînî nizanim li ku derê dixe. Ango êrîşek li ser me heye.”

Çima em bereyekî din vekin? 

Karayilan di çarçoveya destnîşankirî de dipirse: “Niha di serdemeke wisa de ku êrişên berfireh li ser me hene em ê çawa êrişê bibin ser pêşmerge? Ma ev tiştekî bi aqilane ye? Çima em ê bi destê xwe cepheyeke duyem li xwe vekin? Herkesê ku hinek aqlê xwe heye di şereke wisa dijwar de be, di şerekî hebûn û tunebûnê de be wê çima cepheyek duyem ji xwe re veke? Hem jî li cihekî wekî Metîna. Niha li bakurê Metîna şer heye, li navsera Metîna jî cepheyek duyem li hemberî pêşmerge mirov çima veke? Di vir de çi aqil tuneye û ti bingehê xwe jî tuneye. Yanî gerîla êrîşî pêşmerge nekiriye. Ma gerîla dîn bûye cepheyek duyem li xwe veke? 
Karayilan bi van pirsan îşaret bi pîlanekî dike ku çawa dixwazin gerîla û pêşmerge bînin hemberî hev û dibêje: “Me ji bo li dijî pêşmerge êriş bê kirin çi talîmat nedaye û çi biryara tevgera me tuneye. Em şerê Kurd û Kurd di vê serdemê de wekî felaket dibînin. Wekî şaşiya herî mezin dibînin.”

Dixwazin pêşmerge bixin şer

Karayilan piştî ku vê biryara rêxistina xwe diyar dike qala bûyera li Metînayê jî dike û careke din tîne ziman ku wan ji hevalên xwe yê li cihê bûyerê pirsîne û hîn bûne ku tenê hêzên gerîla ji bo hişyarkirinê gulle berdane û wan ew maşîna qala wê kirin neteqandine. Karayilan xemgîniya xwe ya ji ber bûyerê anî ziman û pêşmergeyên tê de can dane weke şehîd bi lêv kir û ji malbatên wan re sersaxî xwest.

Karayilan ji bo ev provokasyon were fêhmkirin agahiyeke balkêş dide û ji PDKʼê re dibêje, eger tu alîkariya me nake, qet nebe nekeve navberê. Karayilan bi bîr dixe ku di dema şerê Kurdan bi Osmaniyan re eşîran çawa şerê navbera xwe rawestandine û neyekser be jî alîkariya hev kirine. Agahiya Karayilan dide jî ev e: “Min bihistiye û agahiya min heye Hulisî Akar ji rêveberiya PDK’ê re gotiye, ‘lazime pêşmerge jî beşdarî şer bibe.’ Di 20’ê Gulanê de rêveberiya PDK’ê ji bo vê kom bû. Çi biryar girtine pêwîst nake em di vir de bibêjin.

Dewleta Tirk heyet şand

Lê tiştek din jî heye û bi rastî tiştekî veşartî bû. Heya niha min digot ez rojekê Kek Mesût bibînim ez ê bi wî re parve bikim, an jî rayedarê PDK’ê bibînim parve bikim. Lê niha li pêş raya giştî ya gelê Kurd ez parve dikim. Beriya vê çend mehan bi rêya hinek dostan dewleta Tirk heta Tayîp Erdogan bi xwe jî ji me re agahî şandin û gotin, “di hundirê Tirkiyê de ango li Bakurê Kurdistanê hûn agirbestê îlan bikin, lê li beşên din ê Kurdistanê hûn çi bikin jî em mijûl nabin.” Ango li hemberî me agirbest îlan bikin vaye nakokiyên we bi PDK’ê re heye herin bi wan re şer bikin. Ev leyîstokeke dijmin e. Divê em li hemberî leyîstokê dijmin hişyar bin. Dewleta Tirk her tim Kurd wisa xapandine û berdane hev. Bi vî awayî xwe bi ser xistine. Ev dijmin e. Dîroka me heye. Di dîroka gelê me de dewleta Tirk di kîjan dîrokê de ango hem di wexta Osmaniyan de û hem jî di wexta komarê de soz dabin Kurda ev soza xwe pêk neanîne.”

Pêşî li şer bigirin

Karayilan di axaftina xwe de balê dikişîne ser rewşa xeter a niha li Metînayê û bang li hêzên Kurdistanî dike: “Niha li Metînayê rewşeke xeter heye. Her kêlî mumkûne di navber me û PDK’ê de şer destpê bike. Ez ji bo vê bang dikim. Ez di serî de bang li KNK’ê dikim. Ji bo yekîtiya Kurd kedek wan heye. Ez malavahiya wan dikim û wan pîroz dikim. Ez bang li tevahî partiyên siyasî yên her çar beşên Kurdistan dikim. Bi rastî niha rewşek cidî heye. Em naxwazin şerê kuştina xwişk û bira bibe. Lê ketine orta şerê me yê li dijî dagirkeriya Tirkiyê. Niha ketine orta hevalan. Her kêlî heye ku tişta ez naxwazim, miletê Kurd û raya giştî ya Kurd naxwaze biqewime. Ji bo vê ez rica dikim hemû partî û hemû hêz li hemberî vê bêdeng nemînin û mudaxele bikin.”

Karayilan di vê çarçoveyê de bang li rayedarên PDK’ê, yê YNK’ê, Goran, Yekgirtû, Komala, Zehmetkêşan, Sosyalîst, Partî Şuî, hemû rewşenbîr, hunermend, saziyên sivîl dike ku li hemberî vê xwedan helwest bin û biçin qadên Metînayê û dibêje; “Destê xwe bidin ser bûyerê. Em ti caran ne li dijî serweriya hikûmeta herêm in. Lê wekî me got, diyalektîkek Kurdistanê heye. Niha şert û mercên awarte hene, dijmin tê ser me. Ez bang li kesên xwedan wîjdan dikim. Ez bang li welatparêz û demokratan dikim. Ez bang li kesên naxwazin xwîna ciwanên Kurd birjin dikim. Ez bang li wan dikim. Ev kar wisa nabe. Em li hemberî dijminê dagirker şer dikin. Bi vî awayî hatina ser me û peydakirina şerekî navxweyî xîzmetî vî gelî nake.

Şer bisekinînin. Dema ez wisa dibêjim ev ne zeîfî ye. Ez Kurdek im, min emrê xwe ji bo Kurdistanê daye. Ez emrê xwe yê mayî jî heta dawî ji bo Kurdistanê didim. Dilê min dişewite. Partiya me naxwaze, Serokatiya me naxwaze careke din şerê Kurd û Kurd bibe. Di sedsala 21’emîn de şerê navxweyî nabe. Binêrin dewleta Tirk çi dibêje? Dibêjin, ‘vana hemû eşîr in, hevûdu dikujin û ne milet in.’ Bi vî şerî em îlan dikin ku rast e, em ne millet in em eşîr in. Em di sedsala 21’an de ne; guftûgo heye, nîqaş heye. Ger ku em nikarin bi hev re rûnên temam, ma navbeynkar jî nîn in? Divê vêya nebe.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.