Rê nedan mamostayan

Duşem 27 Mijdar 2023 - 00:12

Endamê Desteya Mamostayên Nerazî diyarkir ku ji ber nebûna tedbîrên ewlekariyê rê li mamostayan hate girtin û nehiştin biçin Bexdayê. Dihat payîn bi sedan mamostayên nerazî yên ku bi mehan in li qadan in û daxwaza mûçeyê xwe dikin, biçûna Bexdayê û li Meydana Tehrîr çalakiyek lidarxistibana. Lê rê nehat dayîn mamosta biçin Bexdayê û ew jî neçar man vegerin.

Derbarê mijarê de mamosta Dilşad ku di heman demê de endamê Desteya Mamostayên Nerazî ye, ji ajansa Rojnewsê re axivî behsa sedema rêgiriyê kir û got;“Ji ber nebûna tedbîr û nebûna hemahengiya di navbera me û hêzên ewlekariya Iraqê de, rê nehat dayîn ku em biçin Bexdayê. Em bi sedan mamosta li seytereyê hatin vegerandin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.