Rê nedan em hevdîtinê bikin

Pêncşem 16 Sibat 2023 - 02:02

Serokê Tîma Parêzerên girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen diyar kir ku li Girtîgeha Çaksaziya Gewran a Hewlêrê, rayedarên hepsê rê nedane ku ew hevdîtinê li gel girtiyên Behdînanê hemûyan bikin.

Beşdar Hesen pêr bi şev di civîneke çapemeniyê de got, “Ji bo dîtina girtiyên Behdînanê yên bi navên Şêrwan Şêrwanî, Harîwan Îsa, Eyaz Kerem, Şivan Seîd û Guhdar Zêbarî em îro çûn girtîgeha Çaksaziya Gewran a Hewlêrê. Lê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve astengî hat derxistin.”

 

Nehiştin em girtiyan bibînin

Beşdar Hesen da zanîn ku ji pênc parêzeran, tenê du parêzer ketine nava girtîgehê û got, “Destpêkê ji aliyê rêveberiya yasayî ya girtîgehê ve destûr hatibû dayîn em tevayî girtiyên Behdînanê bibînin. Lê me tenê karî du girtiyan bibînin. Berpirsên girtîgehê rê neda ku em hevdîtinê li gel girtiyên Behdînanê hemûyan bikin.”

Beşdar Hesen destnîşan kir ku ev du meh in, wan nekariye hevdîtinê li gel girtiyên Behdînanê bikin û ew bi sedema astengiyê jî nizanin. Beşdar Hesen her wiha da zanîn ku rê nehatiye dayîn ku ew hevdîtinê li gel Şêrwan Şêrwanî, Şivan Seîd û Eyaz Kerem bikin.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.