Rê nedan dagirkeriyê

Çarşem 7 Îlon 2022 - 21:27

  • Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) fermandar û şervanên ku hefteya dawî bênavber li ber xwe didin û derbê li artêşa Tirk a dagirker dixin, pîroz kir.

Fermandariya Biryargeha NPG'ê li ser çalakiyên vê hefteya dawiyê yên li Çemço û Sîda yên li Zapê, ku rê nadin dewleta Tirk a dagirker, peyameke pîrozbahiyê weşand. Wê got, "Ji bo pêşî li hewldanên dagirkeriyê yên dijmin bê girtin, berxwedaneke gelekî xurt tê kirin.

Weke fermandar û şervanên li Qadên Berxwedanê yên li Çemço û Sîda yên Zapê, di nava pênc mehên dawî de çalakiyên we yên heta niha li dijî êrişên dagirkeriyê , bexwedana li Zap û Avaşînê bi her awayî mezin kirin, rêbaza şerê tîmê bi tevger bi xurtî xistin meriyetê, timî derb li dijmin dixistin û berxwedana hevrêyên me yên li tunelên şer temam dikirin, bi roleke giring rabûn. Vê dema dawiyê, piştî ku dijmin berê êrişên xwe da qadên Çemço û Sîdayê, van qadên me jî weke qadên bexwedanê, berxwedaneke gelekî xurt meşand ku rê nedin liv û tevgera dagirkeriyê ya dijmin."

Di vê çarçoveyê de çalakiyên ku hatin lidarxistin bi vî rengî hatin vegotin:

"27'ê Tebaxê li dijî hêza dijmin a ku hewl dida bikeve hundirê tunelên şer ên li Şehîd Avaşîn, bi sabotajê çalakî hate lidarxistin, 2 dagirker hatin cezakirin, bi ruhê fedaî yê Apoyî û wêrekiya bilind bi ser cenazeyên dagirkeran ve çûn, 2 çekên MPT-55, 2 dûrbînên termal, sîstemeke radarê û fenerek hatin desteserkirin.

Di şeva 2-3'ê Îlonê de dijmin 28 caran bi balafirên şer, 65 caran bi helîkopteran û bi sedan caran jî bi obusan êriş bir ser Qadên Berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê. Bi xurtî dest li êrişa dijmin a berfireh hate werdan û ji bo pêşî li danîna hêzên dijmin a ji hewayê bê girtin, derbên xurt li 9 helîkopteran hatin xistin. Di encamê de helîkopterek hate xistin.

Heman şevê tîmên bi tevger derbên giran li 2 helîkopterên din ên Skorsky ên dijmin xistin. Her wiha li hêzên dijmin xistin ku li qadê belav bûbûn.

3'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a li Sîdayê, bi gelek taktîkan li dagirkeran hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

3'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a Sîdayê 11 caran dest li helîkopteran hate werdan ku dixwestin hêzên xwe li qadê deynin. Di encama derbên giran de helîkopterek hate xistin.

4'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a ser bi herêma Çemço, 12 caran dest li dagirkeran hate werdan ku berê xwe dabûn çeperên şer. Derbên giran li dagirkeran hatin xistin û di encama vê destwerdanê de herî kêm 9 dagirker hatin cezakirin.

5'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, bi taybetî li komeke dagirkeran hat xistin. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin ku yek jê payebilind bû. Her wiha 4 dagirker jî birîndar bûn. Ev çalakiyên hatin lidarxistin bûn ji çalakiyên bi bandor û serketî yên hefteya dawî."

Xistina 2 Skorskiyan

NPG'ê diyar kir ku di şeva 2-3'ê Îlonê de li dijî du qadan bi teknîka şer êrîşeke berfireh hate kirin û destnîşan kir ku bi xistina 2 helîkopterên Skorsky "bersiva herî bi wate" hate dayin: “Hevrêyên me bersivên herî bi wate dan dijmin, 2 helîkopterên Skorsky xistin, derb li gelek helîkopteran xistin, gelek dagirker ceza kirin û bêvila dijmin bi erdê ve kaş kirin. Bêguman ev çalakî di encama amadekariya bi keda mezin a salan a hevrêyên me yên şehîd û we hevrêyên me pêk hatin. Bi pratîka we ya hefteya dawî, careke din eşkere bû ku teknîka şer a ku dijmin gelekî pê bawer e, bi vê formulê çawa dikare bê têkbirin û şikandin.

Em hemû fermandar û şervanên li Qadên Berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê pîroz dikin ku heta niha kedeke mezin dane vê pêvajoyê, cihê xwe di nava pêvajoya şer de girtine û çalakiyên serketî kirine. Di şexsê we de em hevrêyên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê hemûyan ji dil bi hestên şoreşgerî silav dikin û hêvî dikin timî serketî bin.”

Yekîneyên bijarte hatin tesfiyekirin

NPG'ê wekî din got, berxwedêrên Girê Amediyê derba giran li yekîneyeke hêzên bijarte ya artêşa Tirk xistine û wiha dewam kir: "Dagirker ku encama dixwestin nekarîn bi dest bixin, li rojhilatê Zapê xitimî, ji bo ku xwe ji vê rewşî xilas bike, berê êrişên xwe da rojavayê Zapê û herêma Metînayê. Di 4'ê Tîrmehê de li ser Girê Amediyê yê li Metînayê dest bi êrişeke ji bo dagirkirinê kir. Lê belê berxwedana we Berxwedêrên Girê Amediyê ji yekîneya hêzên herî bijarte ya artêşa Tirk gelek dagirker tesfiye kir û derbeke giran li artêşa Tirk xist. 19'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.