Parlamentoya Herêma Kurdistanê di runiştina jimara 28’emîn ya di 5’ê Hezîrana sala 2013’yan de ‘yasaya mafê bidestxistina agahiyan li Herêma Kurdistanê’ pejirand. Armanca derxistina vê yasayê yekkirina prensîba şefafiyetê û birêkûpêk kirina gihandina agahiyên rast ji xelkê re bû. Li gorî yasayê divê hemû dezgehên hikûmetê, saziyên giştî û yên taybet belge û zanyariyên rast bidin rojnamevanan û xelkê.
Hikûmet rêgirî dike
Lê zêdetirî 10 salane, hikûmet vê yasayê pêknayîne. Rojnamevanên li Hewlêrê di derbarê mijarê de axivîn.
Di destpêkê de Rojnamevan Ferman Reşad destnîşan kir ku li Herêma Kurdistanê yasayên gelek baş hene, lê desthilat û hikûmet wan yasayên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bikarnayîne û got; “Desthilat û hikûmet yasaya mafê bidestxistina zanyariyan bi cih nayîne. Her wiha di dayîna zanyariyan de ferq û cudahî dixe navbera medyayên nêzîkî desthilatê û rojnamevanên ji desthilatê dûr de. Ev yek jî diyar dike ku hikûmet û dezgehên wî rêgirî dikin ku rastî bê cudahî bigihe rojnamevan û welatiyan.”
Yasayan pêk naynin
Rojnamevan Serxêl Haşim jî got:“Li Herêma Kurdistanê pirsgirêka pêkanîna yasayan heye. Yasaya mafê bidestxistina zanyariyan 10 sale li Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatî derxistin, lê heta niha hikûmet û dezgehên wê bikarneaniye.”
Serxêl Haşim da zanîn ku mafê sereke yê rojnamevanan e, di çarçoveya karê xwe de daxwaza her agahiyekê bikin û got;’’Li Herêma Kurdistanê rewşa girtina agahiyan ya rojnamevanan di astek gelek xirab de ye. Ji ber ku hikûmet yasaya mafê bidestxistina zanyariyan bikarnayîne. Ji bo wê erkê hikûmet û dezgehên wê ye ku li gorî vê yasayê tevbigere û pêkbîne.”
ROJNEWS/HEWLÊR