Rawesta li tecrîdê rawesta li şer e

Çarşem 4 Îlon 2024 - 02:10

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û tehdeya li ser girtiyên siyasî yên Kurd li Mêrsînê û Îzmîrê hate şermezarkirin. Di çalakiyan de hate xwestin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan were rakirin û hate gotin heta ku tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin aştî û çareserî nabe.

Endam û rêveberên DEM Partiyê yên Mêrsîn û navçeyê wê, Dayikên Aştiyê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan û gelek xizmên girtiyan tevlî çalakiyê bûn. Çalakî li ber Girtîgeha Kampûsê ya Tarsûsê hate kirin. Di çalakiyê de çalakvanan pêşmalkê “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.

Tecrîdê rakin

Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Reşat Aşan di çalakiyê de xwest ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Oalan were rakirin. Aşan got ku israra di tecrîdê de tê wateya israra di şer de ye, bang li rêveberiya Tirk kir ku tecrîda li ser Rêber Ocalan rakin û got,’’Li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn şer her ku diçe dijwartir dibe. Sedema şer jî ew e ku desthilatdarî aştiyê naxin rojeva xwe û nahêlin hewldanên muxatabiyê pêş bikevin. Yên di şer de israr dikin, xerabiyê li vî welatî dikin. Divê ev şer bê bidawîkirin û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê rakirin. Bila guftûgo û muzakere bên pêşxistin. 

Îmralî ne xaka Tirkiyê ye?

Parlamenter Alî Bozan bang kir ku li Îmraliyê hiqûq û qanûn were sazkarkirin û ev pirs ji AKP-MHP’ê kir:’’Girtîgeha Îmraliyê ne xaka Komara Tirkiyeyê ye? Gelo we firotiye DYA, Rûsya û hwd. haya me jê tune ye? Em dizanin ku li Girava Îmraliyê hiqûq tune ye. Heta ku li Girava Îmraliyê hiqûq dikeve meriyetê, heta tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan tê rakirin û pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk tê çareserkirin dê têkoşîna me bidome. ‘’

Şewitandina înfazê nayê qebûlkirin

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û malbatên girtiyan jî li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê hatin bahev. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin ji bo aştiya civakî em deng bidin azadiyê” hate hilgirtin. 

Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Vezan Karabûlût a di çalakiyê de axivî. Karabûlût şewitandina înfaza girtiyan bi bîr xist û got,’’Em dibêjin ev pêkanîn derveyî mirovahiyê ne, divê demildest ev pêkanîn tecrîda li girtîgehan bi dawî bibin. Em careke din bi hev re dibêjin ji tecrîda girtîgehan re na.”

Bêyî Ocalan aştî nabe

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê û malbata girtiyan Medîne Kaymaz a pişt re axivî jî ev bang kir: “Heta ku Serokê Gelê Kurd dîlgirtî be wê ev zilm xelas nebe, aştî neyê Tirkiyeyê. Divê hemû Tirkiye vê bizane. Em alîgirê aştiyê ne ne yê zilmê ne. Zilma li ser Kurdan û şerê li Kurdistanê bidin rawestandin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Ji tecrîdê re na, ji girtiyan re azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû. 

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.