Rastiyê berevajî dikin!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 18 Nîsan 2023 - 05:27

  • Çêkerên rêzefilma "Şeva Ketinê" xwedî li berpirsiyariya dîrokî ya nîşandana serdema herî girîng di dîroka nû ya Iraq û Kurdistanê de derneketin û li hember wê bi bin ketin. Rêzefilm ji mijara ragihandina rastiyên komkujiyên li Şengal û Mûsilê dûr ket û veguherî mijareke siyasî ya ku ji êşên bi hezaran Êzîdiyan û Iraqiyan dûr ket.  

ZANA SEYDÎ/ANHA/QAMIŞLO

 

Nivîskar û senarîstê ji Misrê Mejdî Sabir ji 3 salan ve hewl dide ku êrişên qirkirinê yên li dijî Şengalê bi destê DAIŞ`ê pêk hatine, veguherîne xebateke dramatîk a ku cîhana Erebî û Îslamî bike heyrana wê. Navê xebatê, “Night Of Fallen” (Şeva [Şehîd] ketinê) ye ku derhênerê Sûriyeyî Nacî Tohmê derhêneriya wê kiriye û gelek hunermendên Ereb tê de cih digirin.

Di sala 2021’ê de amadekirina rêzefilmê dest pê kir û di Remezana 2023’yan de hat nîşandan. Bi pêşandana rêzefilmê li ser kanalên Erebî re, nerazîbûnên li hember wê derketin holê ku dîmenên wê ji rastiyê dûr in. A ku bala civakê kişandiyê di rêzefilmê de, ew e ku bi awayekî zelal propagandaya siyasî hate kirin, hunermend û kadroyên wê, senaryoyeke ji rastiyê dûr, qebûl kirine.

Heger mirov vegere bûyerên rastîn ên li Şengal û Mûsilê, dê bibîne ku bi hezaran leşkerên artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji herêmê reviyan û Ereb, Kurdên Êzîdî, Turkmen û Xiristiyan bi hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê re rû bi rû hiştin. Çeteyan jî gelek komkujî li dijî xelkê kirin û heger ne ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gerîlayên çiyayê Kurdistanê ba, dê komkujiyên bêhtir pêk bihatana. Van hêzan, korîdoreke mirovî vekir û bi hezaran mirov zindî ji qirkirinê xilas kirin.

Qasim Keşko ku yek ji rewşenbîrên Şengalê ye û kêlî bi kêlî trajediya Şengalê ya 2014'an bi serê wî de hatiye, derheqê ev mesele nirxandin.

 

Feyda ji vê durûtiyê çi ye?

Qasim Keşko got, "Gelek dîmenên xapînok hatin nîşandan ku cîhana Erebî û ya Îslamî xapand; helbet êrişa li dijî Şengalê nehatiye serê temaşevan hemûyan, ji ber wê jî ew ji van derewên li ser televîzyonan bawer dikin." 

Keşko çêkirina rêzefilmê weke, li ser navê Êzîdiyan û doza wan bazirganiyê, bi nav kir û got, "Sibe em ê bibînin ku ew xelatan werdigirin û beşdarî konferansên cîhanî dibin, lê belê feyda ji vê durûtiyê çi ye?"

 

Qet ne durist in!

Keşko armanca çêkirina rêzefilmên bi vî rengî wiha rave kir; “Armanc ji bikaranîna doza Êzîdiyan û çêkirina rêzefilmê di meha Remezanê de ew e ku bandorê li civakê bikin û rola pêşmergeyên xayîn li pêşiya raya giştî mezin bikin."

Keşko diyar kir ku ev yek gendeliyeke wijdanî û exlaqî ye: "Cihê şermê ye ku derhêner û çêkerên rêzefilmê li hotêlên Hewlêrê bimînin û îdia bikin ku ew piştgiriyê didin doza Êzîdiyan, gelo ew bi rastî êşên ku me li çiyayan û di şikeftan de dîtine, hîs dikin? Ew qet ne durist in."

 

Hikûmeta herêmê vî karî organîze dike

Keşko difikire ku çêker, senarîst û derhênerên rêzelfilmê "Ji bo nîşandana bûyerên nerast bi mîlyonan dolar xerc kirine” û wiha diaxive; “Li hemberî wê jî karmendên hikûmeta Kurdistanê ji gelek mehan ve muçeyên xwe nestandine. Baştir e ku wan pereyan bidin karmendên belengaz û bila dev ji xebatên dramatîk ên mîna van ên derew berdin.”

Keşko da zanîn ku kadroyekî di çêkirina rêzefilmê de cih girtiye, jê re gotiye, di hotêlên Hewlêrê de li ser daxwaza hikûmeta Herêma Kurdistanê li hotêlan mane û hikûmetê lêçûna mayîna wan daye û ev agahî parve kirin: “Diviyabû senarîst û derhêner û heta hunermend, li şûna ku serdana hotelên Hewlêrê bikirana serdana Şengala bikirana bi xelkê ferman û trajedî bi serê wan de hatibû, rûniştibana. Li ser wî esasî senaryoya rêzefilmê, binivîsandana.”

 

Pêşmerge Êzîdî hiştin û reviyan

Keşko bi bîr xist ku YPG'ê ji Rojava korîdoreke mirovî vekir û ji bo parastina Êzîdiyan li kêleka gerîlayên PKK'ê fedakarî kir û got, "Xwîna wan lehengan tev li xwîna gelê me yê Şengalê bû. Em ji bilî vê rastiyê, ti rastiya din qebûl nakin. Ji bilî navê xayînan ti navên din ji pêşmergeyan re tine ye. Wan Êzîdî bi fermana serdemê re rû bi rû hiştin. Li gorî texmînan, wê demê nêzî 8 hezar pêşmerge li derdora Şengalê hebûn, lê belê ew ji hemberî bi sedan çeteyên DAIŞ'ê reviyan. Ev rastiyek e û çi dibe bila bibe, nayê guhertin.”

 

Dîmen li Hewlêrê hatin girtin

Qasim Keşko herî dawî got, “Rastiya din ew e ku hevrêyên me Mam Zekî, Egîd Civiyan, Dilşêr, Erdal û Zerdeşt û hevrêyên wan, ew bi rastî parêzvanên Şengalê bûn, em wan ti carî ji bîr nakin."

Di rêzefilmê de lîstikvan Tariq Lutfî ji Misrê, Basim Yaxor ji Sûriyeyê, Sîba Mibarek ji Urdunê û Kînde Hene ji Sûriyeyê û hin lîstikvanên din ên Iraqî beşdar bûn, dîmenên rêzefilm jî li Hewlêrê û derûdora wê hatin girtin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.