Rastiya komployê derketiye holê
Pêncşem 12 Sibat 2026 - 03:50

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan anî ziman ku komploya navdewletî li dijî tevahiya Kurdan pêk hatiye û got: “Heke dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin û vê pêvajoyê bimeşînin divê di serî de Serok azad bibe.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navdewletî hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 27 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ragirtî ye. Ji ser komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 27 sal derbas bûn. Di 27 salên komployê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî pergala netewe dewletê ya kapîtalîzmê paradîgmaya neteweya demokratîk pêş xist û armanca komploya navdewletî pûç kir. Dewleta Tirk a ku di komployê de bi rola gardiyantiyê radibû, piştî hewldanên komplogeran ên tasfiyekirina Tevgera Azadiyê têkçû careke din neçar ma ku bi Rêberê Gelê Kurd re pêvajoyeke nû bide destpêkirin.
Rêberê Gelê Kurd bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibatê pêvajoya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatiyê destpêkirin derbasî merhaleyeke nû kir. Lê tevî pêvajoya çareseriyê jî li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku pergala Netewa Demokratîk li wir hatiyê demezrandin di 6'ê Çileyê de komployeke nû ya navneteweyî hat pêşxistin. Piştî êrişên li ser Rojava, Rêveberiya Xweser seferberî ragihand û li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gel herikîn qadan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî vê komployê jî kete dewrê û komploya ku dixwest careke din destkêtiyên Kurdan ji holê rake da sekinandin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Rêveberiya Xweser, Hikûmeta Şamê û Tirkiyeyê re hevdîtin kir û piştî dan û standinan peymana 30'yê Çileyê ya agirbestê hat ragihandin.
Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ê li gundê Amarayê dijî axivî û qala komploya navdewletî û hevdîtinên dawî yên bi Abdullah Ocalan re pêk aniye kir.
Mehmet Ocalan anî ziman ku komploya navdewletî li dijî tevahî Kurdan bû û got: “Komploya navdewletî ya sala 1999'an li ser Kurdan hat meşandin. Niha jî rastiya vê komployê derketiye holê. Ew komployeke navdewletî bû. Li cîhanê ji her kesî re cih hebû lê ji Kurdan re cih tune bû. Weke malbat ji bo me jî pir giran bû. Wê demê dewletê em sirgûnî EdenEYê kiribûn. Piştî Serok ji Sûriyeyê derket me zanî komployeke pir mezin heye. Pêçiya hemû dewletan di nav de hebû. Amerîka, Îsraîl, Misir û Tirkiye di nav de bûn. Tirkiyeyê hertim dixwast Kurdan tune bike. Weke malbat dewletê em 2 caran şandin sirgûnê. Dewletê hebûna xwe li ser tunebûna me ava kiriye. Lê dewletên Ewropayê jî ku dibêjin mafê mirovan heye mafê Kurdan qebûl nakin. Xemgîniyeke mezin bû. Nayê qebûlkirin. Ev şerma dinyayê ye.”
Mehmet Ocalan di berdewamiyaa axaftina xwe de destnîşan kir ku komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Rojava weke hev in û wiha pê de çû: “Di sala 1999'an vir ve vê komploya navdewletî berdewam dike. Niha jî ew komplo li ser tevahiya Kurdan tê meşandin. Komploya di sala 1999'an de û ya îro weke hev in. Li Rojava Kurdan li dijî DAIŞ'ê şer kir û pêşiya wan girt. Kurdan bi xwîna xwe pêşiya DAIŞ'ê girt. Piştî 14 salan Amerîka, Îsraîl û Tirkiyeyê li dijî Kurdan komployeke nû kirin meriyetê û xwestin destkêtiyên Kurdan ji holê rakin. Ew jî şerma dinyayê ye. Ev nayê qebûlkirin. Li dijî vê yekê li çar aliyên Kurdistanê Kurd rabûn ser pêyan. Divê ji niha şûn ve jî ev yekitî berdewam bike. Yên li ser medyaya sanal gotinên qirêj li dijî kesên li berxwe didin bi kar tînin jî bila ji odeyên xwe yên germ derkevin û têbikoşin û piştre bêjin.”
Mehmet Ocalan di dawiya axaftina de bi lêv kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoya çareseriyê divê “Mafê Hêviyê” ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicih were.
AW / RIHA / MAHMÛT ALTINTAŞ














