Rapora êrişên dagirkeran didin Bexdayê

Sêşem 11 Cotmeh 2022 - 03:45

Lijneya Parlamena Herêma Kurdistanê ku êrişên dewletên dagirker ên Tirk û Îranê yên li dijî Balekayetî û Bradostê lêkolîn kirin û ragihand ku ew ê rapora xw radestî rayedarên Iraqê û yên Herêma Kurdistanê bikin.

Lijneyeke parlamena Hewlêrê, doh sibehê çû serdana Çomanê kir. Wê da zanîn ku ew raporekê amade dike derbarê derbarê topbaranên dewleta Tirk û ya Îranê de.

Endamên lijneyê destpêkê li Çomanê bi berpirsên herêmê re civiyan û behsa rewşa ewlekarî, topbaran û bombebaranên li dijî herêm, kir. Piştre lijne çû gundê Werdê yê ser bi navenda Çomanê ku ji ber topbaran Îranê hatiye valakirin.

Serokê Lijneya Pêşmerge û Navxwe ya Parlamena Herêma Kurdistanê, Rêwîng Hirûrî derbarê serdana lijneyê de daxuyaniyek da çapemeniyê û got; “Em ji bo lêkolînkirina êrişên dewleta Tirk û Îranê yên li dijî Herêma Balekayetî û Bradostê hatine herêmê. Em ê piştî serdanê, rapora li ser êrişan, pêşkêşî serokwezîr, serokkomar û serokê parlamena Iraqê û rayedarên Herêma Kurdistanê bikin. Ji bo ku ev êriş werin rawestandin û tazmînata ziyanan were dayîn, em ê raporê pêşkêş bikin.”

Hirûrî dibêje, pêwîst e vê carê helwêsteke pratîkî hebe û bi welatênkar re ji bo rawestandina êrişan guftugo were kirin.

Lijne li bajarokê Sîdekan ê Herêma Bradostê jî lêkolîn kirin.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.