Rapora CPT ya Îmraliyê temam bû

În 17 Adar 2023 - 16:25

Rapora ku CPT’ê ya di Îlona 2022’an der bare li Girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din ziyaret kir temam bû.

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di navbera 6-10’ê Adarê de li Strasboûrgê 110. Civîna Lijneya Giştî li darxist. Di civîna giştî de, komîteyê raporên li ser serdanên demkî yên li Xirvatîstan di îlona 2022, Portekîz di Gulana 2022 û San Marîno di îlona 2022 de pejirand.

Rapora Tirkiyeyê hat qebûlkirin

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê CPT her wiha raporên serdanên xwe yên taybet ên di Mijdara 2022’an de li Yewnanîstan, Belçîka, Qibris, di Îlona 2022’an de li Romanya û Tirkiyeyê û her wiha rapora serdanên xwe yên bersivdayîna lezgîn a di Mijdara 2022’an de li Îngilîstanê qebûl kir.

CPT’ê diyar kir ku di serdana xwe ya Tirkiyeyê de li Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan lê dimîne jî ziyaret kiriye. Lê Buroya Hiqûqê ya Serdemê daxuyaniyek da û got, “Me bihîst ku di Îlona 2022’an de dema CPT’yê çû Girava Îmraliyê, birêz Ocalan beşdarî hevdîtinê nebûye.

Hilbijartina endaman pêk hat

CPT bi lêkolîna rêbazên taybet ên serdana periyodîk a plankirî ya Ukraynayê û bernameya serdanên mayî ya sala 2023'an, di nav de serdanên paşerojê yên li Federasyona Rûsyayê û çalakiyên li wir, bernameya serdanên demkî yên sala 2024'an jî nirxand.

Piştî qebûlkirina rapor û plansaziyê, ji bo CPT’ê hilbijartinên endaman pêk hatin. Endamê CPT Doktor Alan Mitchell ji Îngilîstanê ji nû ve weke Serokê Komîteyê hat hilbijartin, Hans Wolff Endamê CPT'yê yê Swîsreyê, doktorê tenduristiyê ji bo Alîkara Serokê 1'emîn û Endama CPT'yê parêzer Therese Maria Rytter ji Danîmarkayê ji nû ve alîkariya Serok 2. hate hilbijartin.


CPT dikare raporê biweşîne

Li gorî Peymana Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê, CPT der barê dozên ku tespît dike de raporê amade dike û piştî her serdanê dikare pêşkêşî aliyên eleqedar bike. Li gorî peymanê, CPT rapora xwe ji aliyê pêwendîdar re dişîne, eger pêwîst bibîne dibe ku pêşniyaran tê de bike. Li gorî vê yekê, piştî ku CPT raporê ragihîne, heke dewleta pêwendîdar bixwaze dikare bi şîroveya dewleta têkildar re raporê biweşîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.