Raperîn jî, zext jî dewam dikin
Pêncşem 12 Çile 2023 - 00:25
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê her ku diçe zextên rejîma Îranê yên li ser jin û çalakvanan tundtir dibe. Hejmara kesên ku cezayê darvekirinê li wan tên birîn zêde dibe, lê dîsa jî çalakî berdewam dikin.
Li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê welatî bi awayê nivîsandina dirûşmeyan, daleqandina pankartan û li şaneşîn û banê xaniyan gotina dirûşmeyan nerazîbûnên xwe berdewam dikin.
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hejmarek çalakvan derketin çiyayê Awyar û li dijî cezayên dervekirinê nerazîbûn nîşan dan.
Li 112 kesan cezayê darvkirinê hate birrîn
Saziya Dadweriya Îranê ragihand ku cezayê darvekirinê li 3 xwepêşanderên bajarê Newşehirê yê bakurê Îranê hatiye birîn.
Heta niha bi giştî cezayê darvekirinê li 112 xwepêşanderan hatiye birîn û 4 hatine darvekirin.
Pêla girtin û binçavkirinê jî berdewam dike. Li bajarên Ciwanro, Dîwandere û Sine hejmarek çalakvan hatin binçavkirin.
Ev hersê bajarên Rojhilatê Kurdistanê navenda sereke ya xwepêşandan û nerazîbûnên 4 mehên borî ne. Bi taybet li Ciwanro gelek leşker hatine bicihkirin.
Du xwendekarên zanîngeha Teknîkî ya Sinê yên bi navê Fatimeh Moradî û Aso Marafî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin revandin û aqûbeta wan nayê zanîn.
Xezal Amirî jiyana xwe ji dest da
Babek Rezakhanî yê hevjîna berê ya wergêrvan, çalakvana propagandayê û stratejîstê naverokê Nazanin Keynejad ku 8’ê Cotmehê di xwepêşandanan de hat girtin, ragihand ku Nazanin Keynejad ya di serdegirtina mala xwe de hat girtin û sewqî girtîgeha Karçak a Varamînê hat kirin.
Sendîkaya Xwendekarên Îranê ragihand ku xwendekara Zanîngeha Şîrazê Xezal Amirî di xwepêşandanên meha Cotmehê de encama êşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye.
Hunermend a xwendekara hunerê ya zanîngeha Îsfehanê Sahar Azarpira ya 16’ê Mijdarê li kolaneke bajarê Îsfehanê ji ber belavkirina wêneyekî bê hicab hatibû girtin, piştî 84 rojan ji Girtîgeha Dolatabad a Îsfehanê bi kefaletê hat berdan.
Meryem Kargar Karamî ya li zanîngeha Ferdowsî ya Meşhedê di qada hiqûqê de xwendekara doktora ye, ji ber tevlîbûna xwepêşandanên xwendekaran, du heyam ji dibistanê hat dûrxistin.
Aktrîsta Fransî û xwediyê xelata Oskar û Kûreya Zêrîn Marion Cottiar, darvekirina xwepêşanderên ciwanên li Îranê şermezar kir.
Rejîm di hîcabê de bi israr e
Herwiha piştî gotara Elî Xamneyî, zextên li ser jinan zêde bûne û rejîm li ser hîcaba neçarî bi israr e.
Serdozgerê Giştî yê Îranê Ebdulsemed Xuremabadî got: “Rakirina hîcabê sûcekî eşkere ye û yên bikin, wê ji derveyî cezayê darayî 10 roj heta 2 mehan werin girtin. Ên jinan teşwîqî rakirina hîcabê bikin, dibe heta 10 sal cezayê girtîgehê li wan were birîn.”
74 rojnamevan hatine girtin
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji dema destpêkirina raperîna 'Jin, Jiyan, Azadî' û vir ve 74 rojnamevan hatin girtin. Rojnamevan di nava şert û mercên giran de têne girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN