Raperîn Amed şehîd bû

Pêncşem 2 Adar 2023 - 01:30

PKK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Jinê, Delal Azîzoglû (Raperîn Amed) 17’ê Hezîrana 2022’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye û got: “Hevrêya me Raperîn bi tevahîiya jiyana xwe mînaka biryardarî, baweriyeke bilind û tevlîbûyîneke bêhesab pêk anî. Em soz didin ku teqez em ê ji dewleta Tirk a qirker, dagirker, faşîst û hevkarên wî yên xayîn hesab bipirsin.”

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd, Delal Azîzoglû ango Raperîn Amed di 17’ê Hezîranê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye.

PKK´ê ji bo Raperîn Amed got, “Hevrê Raperîn Amed li Farqînê sala 1969’an hat cîhanê. Wê di sala 1977’an de bi malbata xwe re koçî Enqereyê kir. Di dema xwendina xwe de berê xwe dide Amedê. 

Piştî ku vedigere Amedê derfetên hê ji nêz ve nasîna Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan a bi pêşengiya PKK´ê bipêşketî, dibîne û bi vî awayî di dawiya sala 1992’yan de li Eyaleta Amedê tevlî nav refên PKK’ê dibe. Gerîlatiya xwe ya destpêkê li Eyaleta Amedê dike. Raperîn li çar parçeyên Kurdistanê û qadên Ewrûpayê jî bi awayekî çalak di xebatan de cih digire.

Hevrê Raperîn a sala 1996’an diçe seheya Serokatiyê. Hevrê Raperîn di navbera salên 1996-1998’an de li seha Rêbertiyê dimîne bi perwerdeya ji Rêbertiyê digire di nasname û zanebûna jinê de hizra xwe kûr dike. 

Di salên 2000-2005’an de li Ewrûpayê dimîne, li vir jî bi awayekî çalak di xebatan de cih digire. Sala 2005’an ji nû ve vedigere çiyayên Kurdistanê û di Ocaxa PKK’ê de tevlî dewreyeke perwerdeyê dibe. Piştî vê perwerdeyê di xebatên Komîteya Zanist û Ronakbîrî û Komîteya Siyasî de cih digire. 

 

Ji Rojava heta bi Şengalê

Di sala 2011’an de ji bo Dîwana Serokatiya Kongra-Gel tê hilbijartin. Di xebatên Kongra-Gel ên li ser bingehê perspektîfên Rêber Apo yên pergala Konfederalîzma Demokratîk de xurttir dibe. Ji Rojava heta Şengalê ji bo avakirina paradîgmaya neteweya demokratîk kedeke mezin dide. 

Hevrêya me Raperîn Amed çanda berxwedanê ya li Şengalê ya ku bi felsefeya Apoyî ji nû ve vejiyaye di rêya ber bi rizgariyê ve diçe de ji bo Kurdîtiya di nav pencên qirkirinê de wekî gaveke mezin dibîne. 

Hevrê Raperîn Amed di tevahî dîroka têkoşînê de li her cihê çûyê, ruhê fedayî milîtan ê partîyê, têkoşîna wê bi awayekî herî xurt raber kir. Ji bo paradîgmaya neteweya demokratîk belavî her derê bike û ruh di pratîkê de pê were, bû têkoşînereke sift a xeta Rêber Apo. Li her çar parçeyên Kurdistanê, li hemû qadên Kurdistanî lê, li her cihê çûyê bi têkoşîn, tevlîbûn, ked, nefsbiçûkî û sekna pêşeng şopa xwe hişt. Ti carê fikarên takekesî pê re çênebûn, bi awayekî bê dudilî têkoşîna xetê esas girt. Bi sekna xwe ya rêxistinî, awayê jiyanê yê bi disîplîn û tevlîbûyîna xwe di xebatên rêveberiyê de bi roleke mezin rabû. 

Bi kesayeta xwe ya xwerû û durist, di heman demê de bi sekna xwe ya rêxistinî jî karî bibe nûnereke xurt a nasnameya PKK û PAJK’ê. Milîtaneke rasteqîn bû ya ku li hemberî paşverûtîyan xwe ji nû ve diafirand.

Hevrêya me Raperîn a bi tevahî jiyana xwe mînaka biryardarî, baweriyeke bilind û tevlêbûyîneke bêhesab pêk anî, di 17 Hezîrana 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê nemiran bûye. Careke din di şexsê hevala Raperîn Amed de em tevahî Şehîdên Şoreşê bi minet û bi rêzdarî bi bîr tînin, soza didin ku em ê teqez ji dewleta Tirk a qirker, dagirker, faşîst û hevkarên wê yên xayîn hesab bipirsin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.