- Li cihê ku Raperîna 1991´ê destpêkirî Ranyayê şehîdên Raperînê hatin bibîranîn. Xelkê û rayedarên mehelî ji hikûmeta Başûr xwest da ku projeyên xwedîderketina li malbatên şehîdan û bibîranîna wan bibe serî.
Li Ranyayê bi boneya 30’emîn salvegera Raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê, merasîmeke bibîranînê hate lidarxistin. Hizb û partiyên siyasî peyamên xwe weşandin û bang li hikûmeta Başûrê kirin da ku projeyên hatîn destpêkirin, bi dawî bike.
Bi bi 30 salan, 5´ê Adarê Raperîna Gelê Başûrê Kurdistanê ya sala 1991´ê dest pê kiribû. Navenda raperînê jî Ranya bû. Li navçeya Ranyayê merasîmek bi rasthatina salvegera 30´an hate lidarxistin. Merasîmê bi rêzgirtina ji ruhê şehîdan re dest pê kir. Destpêkê qeymeqamê Ranyayê Hisên Mehmûd axivî.
Mehmûd bang li hikûmeta Başûr kir da ku ji bo Herêma Raperînê û malbatên şehîdan karekî cidî bike. Mehmûd di dewama axaftina xwe de got; “Mixabin gelek proje hatin danîn û hîn jî temam nebûn. Pêwîst e di demeke zû de ev proje werin temamkirin, yek ji wan projeyên girîng û nehatî temamkirin jî projeya nexweşxaneyê ye.”
Hizban ji dest gel stend
Di merasîmê de li ser navê Tevgera Azadiyê, endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Selam Ebdula, peyamek xwend.
Di peyama Tevgera Azadî de hate gotin, “Raperînê bi pêşengiya ciwan, jin û xelkê welatparêz dest pê kir. Raperîna gelê Başûrê Kurdistanê ji bo dagirkeran hemûyan bersivek bû. Raperînê îsbat kir ku gelê Kurd li hemberî dagirkerî û zordariyê serê xwe natewîne. Lê mixabin ji ber temahî û zêde hêzên siyasî, rêbertiya raperînê ji destê gel hate girtin, û kete destê hizb û koman.”
Raperîn û Elî Nebî
Raperînê 5´ê Adara 1991´ê li Çarqurne, Deşta Bitwên, Hecîava dest pê kir û ev navçe ji hêzên dagirker ên rejîma Beesê hatin rizgarkirin. 8'ê Adarê Raperîn heta bi Silêmanî, Erbet, Çemçemal, Helepce, Zereyan, Pîremegrûnê belav bû û rêya Silêmanî û Kerkûkê hate kontrolkirin. 13'ê Adarê raperîna gihîşte Hewlêrê û li dijî rejîmê berxwedanê dest pê kir. 21'ê Adarê navenda Kerkûkê bi tevahî hate rizgarkirin.
Elî Nebî yek ji wan kesan e ku bi rengekî çalak tevlî haziriyên Raperînê bûbû û wî guletya pêşî li dijî dagirkeran 5´ê Adarê teqand. Plansazî ew bû ku 7'ê Adarê Raperîn dest pê bike. Ciwan 5'ê Adarê li Ranya daketin kûçeyan. Rejîma Beesê jî li qereqola di navbeyna Ranya û Çarqurne li qereqolê hazirî kiribû û leşker danîbûn. Elî Nebî bi van hesiya û xwe berda Ranyayê. Li 3 sîxurên Beesê rast hat. Elî Nebî guleya pêşî ya Raperînê teqand. Di şer de sîxurek hate kuştin, 1 jî birîndar bû. Elî Nebî li meydana bajêr gel komî ser hev kir, derheqê Raperînê agahî da. Bi vî rengî Raperînê 2 rojan zûtir dest pê kir.
Elî Nebî sala1994'an li Qeladizê di şerê PDK û YNK'ê de, di kemîneke PDK´ê de tevî çend hevalên xwe, 2'yê Gulana 1994'an hat şehîdkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Bi ruhê Raperînê li dijî dagirkeriyê
Tevgera Azadiyê di salvegera 30´î ya Raperîna Xelkê Başûrê Kurdistanê de bang li her kesî kir da ku li dijî dagirkeriya li ser xaka Kurdistanê bisekine.
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê got, bi serketina raperînê re, di têkoşîna xebata azadîxwaz ya gelê Kurd de qonaxek nû dest pê kir, û wiha dewam kir: “Desthilat piştî raperînê ji ber desthilatdariya xwe, ketin nava pêşbaziya hev û anîna hêzên dagirker ya ser xaka Kurdistanê. Herwiha hêviya xelkê ya ber bi azadî û demokrasiyê ve jî nehiştin û ti bawerî di nava xwe û xelkê de nehiştiye.
Nerazîbûn tên wateya zindîman û ruhê yekgirtî yê raperînê. Ev yek îsbat dike ku gelê Başûrê Kurdistanê dikare li hemberî pirsgirêk û qeyranan bisekine û serketinê misoger bike.
Em bang li pêkhateyên civakê û azadîxwazan hemûyan dikin, bi ruhê raperîneke serdemê, neteweyî û demokratîk li hemberî êrişên dagirkeran rawestin.”