
Rêveberiya Radyoya Star FM Solîn Serhan da zanîn ku ji bo bibin dengê jinan û şoreşa Rojava bi dirûşma “Dengê jin û jiyanê” dest bi weşanê kirine.
Radyoya Star FM a yekemîn radyoya jinan e ku di 15’ê Kanûna 2017’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi weşanê kir, 9 sal in bênavber dibe deng û awaza jinan. Radyoya Star FM ji bo bibe amûreke serkeftî di ragihandina heqîqet û hûnandina nasnameya jinên azad de di şert û mercên şoreşa jinan de roleke girîng dilîze. Bi dirûşma ‘Dengê jin û jiyanê’ jinên rojnamevan di bajarekî biçûk de, dest bi weşana bernameyên taybet kir, nûçeyên jinan di heman demê de awazê jinan li her derê weşand. Bênavber ji wê demê ve heta niha xebatên xwe didomîne, dozên jinan û destkeftiyên şoreşê radigihîne.
Rêveberiya Radyoya Star FM Solîn Serhan behsa Radyoya Star FM’ê kir.
Solîn Serhan bal kişand ser kar û xebatên ku Radyoya Star FM pê radibe û wiha berdewam kir: “Em gelek bernameyan pêşkêş dikin bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî ji ber ku em ne tenê Kurd li vir dijîn. bernameyên ku tên pêşkêşkirin siyasî, civakî, hunerî û pêşbirkan jî em çêdikin. Ji ber ku her kes li bernameyên siyasî guhdar dike yan em bibêjin ên civakê em li gorî civakê dimeşin û tiştên ku mirov dixwazin ji bo wê jî em bernameyên curnecur pêşkêş dikin.”
Solîn Serhan diyar kir ku wê di sala 2026’an de weşana xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin û wiha bi dawî kir: “Star FM weşana wê ne li her derê Rojavayê Kurdistanê bû tenê li Kantona Cizîrê bû lê niha bi hatina sala nû re em dixwazin mizgîniyê bidin guhdaran û temaşevanên xwe ku em ê weşana xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Em ê rojnamevanên jin ên Radyoya Star FM bibin dengê hemû jinan û em dizwazin xwe bigihîjînin hemû jinên cîhanê çîrokên wan ragihînin.”
NÛJINHA/QAMIŞLO/ZEYNEP ÎSA















