Rabuhiriya reş û spî zindî dike

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Îlon 2022 - 06:45

  • Cannon dibêje, bi saya van fotografên bi reng, ew rabihuriyê zindîtir dike û dike ku xelk li ser wî zemanî bifikire. ew dibêje, kesên di van fotografan de xwedî jiyaneke bêdeng, gewr yan jî reş û spî nîn bûn. Wan jî dinya bi rengên zindî didît.

XASÊ CÛNÊ

 

Di sala 1827’an de ji hêla Joseph Nicephore Niepce ve li dinyayê fotografê ewilî hate girtin. Heta ku wî ev wêneyê yekem girt, mecbûr bû ku 8 saetan li benda ronahiya rojê bisekine da ku karibe fotografê dixwaze bigire, temam bike. Yanî li dinyayê fotografê ewilî di 8 saetan de hatibû girtin, weke îro hema wisa di çirkekê de nehat girtin. Qederê 200 salan di ser girtina vî wêneyî re derbas bûn. Wî çaxî gelek makîneyên ku wêneyan digirtin yên weke “tintype” û “dagerotype” hatibûn çêkirin. Heta ku kamerayên dijîtal bên kifşkirin bi sedan ceribandin hatin kirin û di vî warî de ezmûneke dijwar heye. Li gel ku îro makineyên dijîtal zora makîneyên berê birine jî kesên weke Adam AB Cannon bala wan tim li ser wan fotografên kevn e. Adam AB Cannon li ser fotografên kevn ên di sala 1800´î û yên di destpêka salên 1900’î de hatine girtin disekine û wan ji nû ve restore dike. Wî bi vî awayî gelek wêneyên kevn yên reş û spî bi reng kirine û nîşan dide ku kalîteya wêneyên kevn gelek baş bû ye.

Kalîteya bê dawî ya wêneyên berê

Adam AB Cannon tîne ziman ku ev 10 sal in ew ji bo hin malbat, muze û saziyên giştî yên fermî dixebite û wêneyên wan yên kevn restore dike. Wexta ew dibe 15 salî, li cihekî rastî photoshopê tê û ev kar kela canê wî radike. Piştî hînî vî karî dibe, gelek tiştên din diceribîne û dibe xwedî ezmûn. Cannon dûre jî bi awayekî online xwe digihîne arşîva wêneyan ya saziyên giştî yên fermî, Pirtûkxaneya Kongreyê ya DYE´yê û Înstîtûya Smithsonian. Piştî ku li ser fotgrafên ku ji sala 1900’î mane dixebite, xwe digihîne fotografên ku di sala 1800’î de hatine girtin jî. Çap û qelîteya van fotografan wî matmayî dihêle. Cannon, vê rewşê wiha tîne ziman; “Rojekê dîsa ez bi arşîvê daketibûm û dixebitîm. Hin fotografên ku di salên 1840 û 1870’yî de hatibûn girtin, li ber çavên min ketin. Bi teknolojiya wî zemanî ya herî baş hatibûn giritin ev fotograf. Qelîte, netbûn û zelaliya fotografan pirr baş bû. Ji ber ku ew li ser plakên metalîk hatibûn girtin û bi reaksiyonên kîmyewî hatibûn afirandin, qelîteyeke wan ya bê dawî hebû.”

Bi rengan rabihuriyê zindî dike

Cannon bi restorekirina van fotografên kevn dixwaze hin qewimînên wê serdemê jî ronî bike. Nexasim jî bûyerên ku di dîroka Emerîkayê de qewimîne. Ji bo xelk cihêtiya di navbera fotografan de bibîne wan bi fotografên orîjînal re parve dike. Lê fotografên Cannon bi reng in û ne reş û spî ne. Ew bi vî awayî fotografên berê zindîtir dike. Cannon dibêje, bi saya van fotografên bi reng, ew rabihuriyê zindîtir dike û dike ku xelk li ser wî zemanî bifikirin û wiha dewam dike: “Ew kesên ku em wan di van fotografan de dibînin xwedî jiyaneke bêdeng, gewr an jî reş û spî nîn bûn. Wan jî weke me dinya bi rengên zindî didîtine.” Jixwe, ew projeya wî ya nû ya bi navê “ALIVE: The Civil War in Color” hewl dide hin mijarên wê serdemê sererast bike, esas dîmenekî nêzîktirî heqîqetê nîşan bide. Bi vî awayî, ew behsa koletiya li Emerîkayê û şerê navxweyî jî dike. 

 

Xwe dûrî dîjîtalê digire

Cannon karê ji bo restorasyonê kompûturê bi kar tîne, lê ew gelek karan bi destan yanî bi aweyekî manuel dike. Ji bo ku reseniya fotografan xera nebe ew xwe dûrî filtreyên otomatîk û nivîsbariyên kompûterê digire û bernameyan bi kar naîne. Dema ku ew van fotografan bi reng dike jî bi pisporên dîrokê û her wiha bi kesên ku di warê cilûbergan de zana ne, dixebite. Cannon herî dawî dibêje, “Ji bo ez karibim teswîra herî rast bibînim, ez gelek boyax yan jî rengan dibînim. Heta ez li ser wan kesên ku di fotografan de cih digirin jî lêkolînan dikim û heta bi taxa ku lê diman jî diçim. Ez li hemberî rabuhiriyê û dîroka van kesan rêzê digirim, ji lewma jî heta ji min tê, serpêhatiyen van kesan bi teswîrên rast û zindî ji nû ve diafirînim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.