Rabîa ji bo şerê taybet teşhîr kir bû hedef

Yekşem 22 Îlon 2024 - 18:00

  • Rojnameger Ceylan Akbaşli diyar kir ku ji ber ku rojnameger Rabîa Onver li dû heqîqetê meşiyaye, rastî ragihandiye loma polîsên Tirk bi ser mala wê de girtine û wiha got:” Rabîa Onver şerê taybet teşhîr kir û bû hedef. Ji ber sûcên Ayşegul Akdogan û kesên bi wê re teşhîr kir, bû hedef. 

ROZA METÎNA / AMED
20’ê Îlonê polîsan Tirk li Colemêrgê bi ser mala nûçêgîhana ajansa jinê JINNEWS’ê de Rabîa Onver de girtin. Onver nûçeyeke bi navê  “Li Colemêrgê şerê taybet” amadekiribû û di nûçeya xwe de tora fihûşê ya li Colemergê teşhîr kiribû. Li ser vê, polîsan bi ser mala rojnamevan Onver de girtin.

Rabîa tora çeteyan teşhîr kir
Rojnameger Ceylan Akbaşli anî zimên li Kurdistanê bi destê polîs, dozger, walî û qeymeqamên dagirker şerê taybet tê meşandin, ji ber vê rojnamevan Onver ji bo ku ev rastî derxistiye holê bûye hedefa dewletê. Akbaşli got,’’Rabîa Onver şerê taybet teşhîr kir û bû hedef. Ev şer bi taybet li bajarên li ser sînor ên mîna Colemêrgê hîn kûrtir tê meşandin. Destên polîsan, destên tîmên taybet di nava vî şerê taybet de hene. Ev kes wekî xebatkarên taybet ên vî şerî ne.’’

Fihûş li ciwanan tê ferzkirin
Ceylan diyar kir ku Rabîa sûcên Ayşegul Akdogan teşhîr kiriye û loma bûye hedef. Ceylan got:”Hişbir û fuhuş bi salan e li bajarên li ser sînor ên wekî Colemêrgê hîn kûrtir li ser ciwanan tên ferzkirin. Li Colemêrgê demekê ew bûyerên întixarê zêde bûn. Herî dawî zarokek 17 salî li Colemêrgê xwe ji derek bilind avêt. Ev jî bi kiryarên çeteyên bi vî rengî girêdayîye. Ev mirinên bi guman hemû girêdayî şerê taybet e. 

Çapemeniya azad serî natewîne
Ceylan destnîşan kir kedkarên çapemeniya azad ji bo ku qirêjiya desthilatê teşhîr dikin dibin hedef, diyar kir rojnamevanên çapemeniya azad bi paş de gav navêjin û got,’’Loma êrişeke mezin li ser jinên Kurd ên rojnameger û çapemeniya Kurd hene. Rojnameger tên destgîrkirin, girtin, ji karê xwe tên dûrxistin, ceza li wan tên birîn, tundiyê dibînin. Lê belê li hemberî van êrişana berxwedaneke mezin jî heye. Tu carî serî natewînin.”

Xebatên jinan girîng in
Ceylan da zanîn jinên rojnameger kiryarên dewletê nîşanî gel didin  û wiha got:’’ Girîngî û taybetmendiya jinên kurd ên rojnameger di qada çapemeniyê de pir berbiçav e. Ji ber bi salan e dewlet li Kurdistanê şerekî dide meşandin û mêtingeriyeke mezin li Kurdistanê heye. Jinên rojnameger jî van kiryarên dewletê nîşanî gel dide. Di vî warî de xwedî girîngiyeke mezin in. Jinên Kurd ên rojnameger di heman demê de di çapemeniyê de ew zimanê zayendperest jî guhertin. Bi vî rengî jinên Kurd ên rojnameger ji Kurdistan, Tirkiye û cîhanê re pêşengiyekê dikin. Loma jî xebatên jinên Kurd ên rojnameger girîng in.” 

Li girtîgehan jî zext didomin
Ceylan her wiha zexta li ser rojnamevanên li girtîgehan jî bi bîr xist û got,’’Ji ber ku wan polîtîkayên îktidarê ji gel re eşkere kirine û heqîqet ji gel re ragihandine, hatine girtin. Bi pênûs û kameraya xwe rastî û heqîqet parastine. Ev jî bi kêrî desthilatê nayê. Ev jî nayê hesabê faşîzma li Tirkiyeyê. Li girtîgehan her tim mafê wan tê binpêkirin. Ne tenê rojnameger siyasetmedarên kurd jî di girtîgehan de bi binpêkirina mafan rû bi rû dimînin. Lê belê tevî van zextan jî rojnameger didin dû heqîqetê. Rojnamegerên li girtîgehan jî û yên li qadan jî dev ji têkoşîna xwe bernadin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.