Rabe li hember Dehaqên modern!

Nûçeyên Çand/Huner

În 15 Adar 2024 - 00:25

Newroz îsal wê li 57 navendan bi dirûşmeya "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" bê pîrozkirin. Li hemû navçeyên bajêr belavokên vexwendina qada Newrozê tên belavkirin. Hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Engîn Cengîz ji bo bernameya Newrozê ya ku amadekariyên wê yên dawî tên kirin banga tevlibûnê kir û got ku di pîrozbahiya îsal de wê doza azadiya Ocalan bê kirin. 

Engîn Cengîz ê ji bo pîrozbahiya Newrozê da zanîn ku ew ê bibe destpêka rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku li her derê li qadan bersiva Dehaqên modern û zaliman bide." 

Cengîz diyar kir ku meha Newrozê meha berxwedan û nûbûnê ye û got ku ew Newrozê di serdemeke ku gel li dijî tundî, şer, xizanî û zilmê têdikoşe de pêşwazî dikin. Cengîz balê bire ser girîngiya Newrozê ya ji bo kurdan û got: "Ez hêvî dikim ku bi şiyarbûna xwezayê re bibe sedema şiyarbûna mirovahiyê û civakan." Cengîz anî ziman ku li cîhanê hawirdoreke kaotîk heye û bi bîr xist ku bi taybetî li Rojhilata Navîn şerên mezin rû didin û bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane. Cengîz got: "Di serdemeke wiha de, ji nû ve vejandina ruhê Newrozê û berxwedanê erk û berpirsyariya hemû civakan e."

Bila Newroz bibe şiyarbûna civakê 

Cengîz destnîşan kir ku Newroz wê bibe destpêkek dîrokî û dê bi vê destpê re tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê şikandin û wiha domand: “Em dest bi dîrokeke wiha dikin ku wê çarenûsa cîhanê diyar bike. Dema ku em bi taybet di warê gelê Kurd de lê mêze bikin, dîtina wê ne zehmet e ku bi tecrîda li ser birêz Ocalan re zextên li ser tevahiya civakê, bi taybetî jî li ser gelê kurd, bindestan û berxwedêran zêde bûne û ev tecrîd li tevahiya civakê belav bûye. Eşkere ye ku ger bersiva hemû zextan neyê dayîn wê ev yek kûrtir bibe û bidome. Lewma em bi hêvî ne ku ev Newroz ne tenê bibe Newroz, di heman demê de bibe berxwedaneke civakî û şiyarbûna civakê.”

Ruhê berxwedanê nû bikin

Cengîz bang li hemû pêkhateyên civakê kir ku qadên Newrozê tije bikin û xwedî li ruhê berxwedanê bê derketin û got: "Divê gelê Kurd vê berxwedana xwerêveberî û rewşa heyî bi ruhê berxwedanê nû bike. Ne tesaduf e ku Newroz di meha biharê de ye, ji ber ku xweza şiyar dibe mirov jî şiyar dibe. Em bang li hemû derdorên bindest dikin ku em li her derê xwedî li ruhê berxwedanê yê Newrozê derkevin û li dijî Dehaqên modern û zaliman qadan tije bikin û bersiveke pêwîst bidin wan." 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.