• Gava ku wê qutî vekir, di navê de parçeyên darî hebûn. Gava wê li qeydiyan nihêrî jî dît ku ev piçikên darî ji berhemeke mirov îro nikarin xwe bigihîninê ya di Pîramîda Mezin a Gizayê de ne.

Par vî çaxî, asîstaneke kurator  bi navê Abeer Eladany li Zanîngeha Aberdeen (li Skoçyayê) li tiştekî ji muzeyê dinihêrî. Lê  qutiyeke cixarê ya li ber destê wê ne li cihê rast bû. Abeer Eladany (Abîr Eladanî) ya ku bi xwe jî ji Misrê ye, di cih de ala berê ya Misrê li ser qutiya cixarê nas kir. 

Gava ku wê qutî vekir, di navê de parçeyên darî hebûn. Gava wê li qeydiyan nihêrî jî dît ku ev piçikên darî ji berhemeke mirov îro nikarin xwe bigihîninê ya di Pîramîda Mezin a Gizayê de ne. Halê  hazir ev mesele veguheriye sireke ku arkeolojî nikare ji navê derkeve.

Li gorî Zanîngeha Aberdeenê tenê sê tişt ji nava Pîramîda Mezin hatine xilaskirin: “Dixon Relics” (Bermahiyên Dixon).
Yek ji wan gokek e, ya din jî çingalek e. Herdu jî niha li British Museum a Londonê tên pêşandan. Lê bermahiya sêyem, parçeyên ji dareke mezin a sedrê bûne, lê ev 70 sal in ku winda bûn. 

Abeer Eladany ya ku weke arkeolog li Misrê gelekî xebitiye, hêvî û xeyal nedikir ku tiştekî ji bo dîrok û mîrasa welatê wê evqasî muhim li bakurrojhilatê Skoçyayê bibîne. 

Şaşiya katalogkirinê ew winda kirin

Axir vê diziyê û diziyên din kirine ku her sê tiştên ji nava Pîramîda Mezin li Ingilistan û Skoyayê bin û ne li Misrê bin. Pîramîda Mezin beriya bi 4 hezar û 500 salan hatiye avakirin û ji heft mûcîzeyên rabihuriyê ya herî kevn e. 

Bermahiyên li jor behsa wan hat kirin, muhendîs Waynman Dixon sala 1872’yan di odeya melîkeyê ya pîramîdê de dîtibûn. Asîstanekî wî James Grant bû, ku li Zanîngeha Aberdeen xwendibû. Dixon gok û çingal dizîn, Grant jî parçeyên dara sedrê. Piştî mirina wî jî koleksoyona wî  sala 1946’an dan zanîngeha ew jê mezûn bûyî.

Zanîngehê di katalogkirinê de şaşiyek kir û qutî di nava berhemên ji Asyayê de bi cih kir û ji hingê ve parçeyên sêdrê yên ji Pîramîda Mezin jî winda bûn. 

Lê belê piştî dîtina wan testên diyarkirina temenê van parçeyan sirreke din peyda kir. Li gorî testa radyokarbonê ev pareyên sedrê ji beriya mîladê 3341 - 3094 salan mane. Yanî herî kêm 500 salan ji çêkirina pîramîdê kevintir in. Parçeyê mezin ê sedrê di nava pîramîdê de ye û herî dawî kamerayeke robotî sala 1993’ayan wêneyê wê girtibû. 

Niha lêkolîner dibêjin, dar hê destpêka çêkirinê de li wir hatiye bicihkirin û ne ku piştî bi dawîkirina pîramîdê birine wir. Li aliyê din jî sedr li Misrê pirr bi qîmet bû û dibe ku berê ji bo hin tiştên din hatibe bikaranîn û paşê li cihê pîramîd lê hatî çêkirin hatibe danîn. Îhtîmaleke din jî ew e ku ji nava dareke sedrê ya emrekî dirêj kirî, ev dara sedrê ya di nava pîramîdê de hatibe çêkirin.

Axir sirra diziyê eşkere bibe jî, ya sedrê wê hê hinekî din arkeologan bi xwe ve bilebikîne.

EDÎNBURG