Qursên Kurdî destpê kirin

Sêşem 10 Îlon 2024 - 00:51

Li bajarê Winterthur ê kantona Zurichê ya Swîsreyê di çarçoveya sala perwerde û hîndekariyê ya sala 2024-2025'an kursên zimanê Kurdî destpê kirin. Dersa destpêkê ya dema nû li Navenda Civaka Kurd a Winterthurê pêk hat.

Destpêkê zarok û malbatên wan li ber sirûda Ey Reqîb deqeyek rêz girtin. Piştre mamoste Îsmaîl Demîr axivî, têkildarî kursên ziman ên dema nû agahî da û got:"Ji bo dibistanekê pêwîstî bi du tiştan hene, yek ziman, ya din jî welat. Ev nebe nabe. Zimanê me Kurdî ye, welatê me jî Kurdistan e. Em neçar in xwedî li welatê xwe û zimanê xwe derkevin."

Bi navê Enstîtuya Kurd a Swîsreyê Alî Şîmşek jî got:"Em ê rojekê teqez vegerin welatê xwe û bi hev re bi rengekî azad lê bijîn." Zarokan û malbatên wan eleqeyeke mezin nîşanî kursa zimanê Kurdî ya dema nû dan.

ANF/ZÛRÎH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.