Qumara li ser Şengalê

Nûçeyên Forum

Pêncşem 26 Mijdar 2020 - 22:25

  • Bi ya beşeke mezin a çavdêr û şarezayên destûrê, ew siyaset û xebata li Şengalê hatiye kirin dikare ji bo Kerkûk û tevahiya navçeyên dikevine ber madeya 140'î bibe nimûne.

FERMAN MIHEMED

 

Di dîrokê de gelek derfet ji bo gelê Kurd derketine holê, lê belê pirraniya caran ji ber şaşîkirina di miamele û siyasetê de ev derfet hemû ji dest çûn. Ji van ya herî nêzîk û diyar jî sala 2003ʼyan û piştî hilweşîna Sedam Huseyin bû, ku hingê Kurd gava mirov li ber aliyê Ereb digire pirr bi hêztir bûn. Lê belê, hê di serê pêşî de rêveberiya siyasî ya Kurdan kete nav komek şaşiyên dîrokî. Li gorî çavdêran ev şaşiyên hanê jî nebûna prrojeyeke hevbeş û neteweyî bû. Her ji ber wê, gava destûra bingehîn a Iraqê hat nivîsandin, Kurd bi madeya 140ʼê razî bûn. Li gorî çavdêran ev made weke qumarekê li ser çarenûsa xakê bû.

Madeya 140ʼê çi ye?

Ji bo serwextbûna li wê madeya destûrê, divê mirov zanibe, ka ew made çi ye. Ji rabihuriyê heta niha jî wê serêşî ji miletê Kurd re çêkiriye.

Madeya 140 madeyeke taybet a destûra Iraqê ye ku ji bo çend navçeyên li derveyî îdareya Herêma Başûrê Kurdistanê, lê xaka miletê Kurd in, lê ye. Ew jî, Kerkûk, Şengal, Xurmatû, Xaneqîn, Celewla, Mexmûr û beşek ji deşta Mûsilê ye heta digihîje Çiyayê Hemrîn. Ev çiya jî weke sînorê herî li Başûr ê Kurdistanê tê nasîn.

Tevî ku di destpêkê de razîbûna Kurdan bi madeya 140ʼî şaşiyeke mezin jî bû, lê Kurdan wê karibûya di çendîn qonaxan de madeya 140 ji bo çareseriya pirsgirêkan li xêra xwe bi kar bînin. Lê belê ji ber lawazî û nebûna yekrêziya navmala Kurdî, ev derfet hemû ji dest çûn.

Me jî pirsgirêk aloztir kir. Herçî, niha karkirina bi madeya 140 êdî ew hêz û karîgeriya wê ji bo Kurdan nemabe jî, lê belê her ku mohleta pêkanîna wê dibe malwêraniyeke din ji bo wan Kurdên dikevin ber madeya 140ʼê ya destûra Iraqê.

Li gorî wê lihevkirina di navbera aliyan de di dema nivîsandina destûrê de û derveyî destûrê jî li ser hatiye lihevkirin, pêşî rewşeke asayî bê çêkirin û paşê serjimar çêbe. Di dawiyê de jî referandûm wê li Kerkûk û navçeyên din bi rê ve biçe da ku daxwaza welatiyan di mohleteke ku ji 31ʼê Kanûna 2007ʼan nebihure, bê diyarkirin. Lê belê ev jî pêk nehat. Kurd jî roj bi roj beramberî Bexdayê lawaztir bûn.

2014ʼan çend derfet peyda bûn

Sala 2014ʼan, bi hatina çeteyên DAIŞʼê re ji bo Kurdan derfeteke din peyda bû. Nexasim jî ji ber ku Kurdan hem eskerî û hem jî siyasî hev girt. Gerîlayan û qismekî pêşmerge di heman sengeran de bergiriya xak û niştimana Kurd kir, heta bi wê radeyê ku kariyan çeteyên DAIŞʼê bişikînin û desthilata Kurdî vegerînin wan navçeyên dikevin ber madeya 140ʼî hemûyan.

Lê belê dîsa ji ber siyaseta şaş û biryarên yekalî, vê carê bi birêvebirina referandûma sala 2017ʼan ya ku paşê rê li ber bûyerên 16ʼê Cotmehê vekir, ev derfet jî ji dest çû.

Ji ber ku 16ʼê Cotmeha sala 2017ʼan temamê bajarê Kekûkê, navçeyên Mexmûr, Xurmatû, Xaneqîn, Celewla, deşta Mûsilê, kete ber hukmê hikûmeta Iraqê. Tenê Şengal li derveyî vê ma.

Çima Şengal?

Şengal ew bajarê komkujî, sûcên li dijî mirovahiyê têne bîra mirovan. Sala 2014ʼan bû yek ji mexdûrên çeteyên DAIŞʼê. Ji ber ku PDK û artêşa Iraqê bergiriya wan nekir, komkujiyên mezin li dijî Êzîdiyan bûn, bi hezaran Êzîdî qeyd kirin, êsîr kirin. Vê jî kir ku Şengalî êdî baweriya xwe bi van hêzan nînin, hezekê ji kur û keçên Êzîdxanê ava bikin bi navê YBŞ û YJŞ.

Piştî rizgarkirinê, li derveyî îdareya Iraqê û herêmê, Şengalê bi xwe karî rêveberiyeke xweser ava bike. Ev jî baştir bû ji pêkanîna madeya 140ʼî, ji ber ku wê ji hemû aliyan re got, Şengal xaka Kurdan e û ew qumarê li ser nakin.

Di demeke dirêj de hikûmeta herêmê û ya Bexdayê nekarîn danûstandinan bibin serî. Belê, Şengaliyan di nava demeke kurt de karîn ya xwe bibin serî û alaya xwe li ser Êzîdxanê bilind bikin.

Bi ya beşeke mezin a çavdêr û şarezayên destûrê, ew siyaset û xebata li Şengalê hatiye kirin dikare ji bo Kerkûk û tevahiya navçeyên dikevine ber madeya 140ʼî bibe nimûne.

Lê belê, ji ber dorgirtina PDKʼê bi rêya Tirkiyeyê, niha dixwaze destketiyên Şengaliyan ji holê rake û fermaneke nû bi serê wan de bîne.

Ev jî nîşan dide ku di rabihuriyê de PDKʼê hîç nexwestiye madeya 140ʼî bi cih bibe. Ji bo wê meseleya xak û niştîmanî jî negirîng bûye. Ev nîşan dide ku tenê parastina binemalê û çend kesên yekem ên hizba xwe di ser her tiştî re bûye ji bo PDKʼê.

Ji ber ku PDK niha bi eşkere bang li hikûmeta Iraqê dike da ku Şengalê dagir bike. Li aliyê din jî pêşiyê li artêşa Tirk vedike da ku temamê xaka Kurdistanê dagir bike.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.