Qubeyên axî yên Til Temirê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 2 Nîsan 2024 - 00:17

SORGUL ŞÊXO / NÛJINHA / TIL TEMIR

Til Temir navçeyeke biçûk e lê xwedî girîngî û stratejiyeke mezin e ku ji destpêka krîza Sûriyeyê, ji Adara 2011’an heta niha gelek hêzên herêmî û navdewletî dixwazin hegemonyaya xwe li ser wê ferz bikin. Rûsya, dewleta Tirk, Emerîka û hêzên di lîsteya terorê de ne her wiha Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ’ê çend ji van in. Til Temira ku pergala neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, hembêz kir. Li taxa Aşûriyan a li navçeyê maleke ku bi qubeyên xwe yên axî di nava bi dehan malan de balê dikşîne ser xwe. 

Qubeyên axî yên gilover razên mîmariya axê ya ku hatiye jibîrkirin nîşan didin. Cûliyêt Namo salên destpêkê yên zarokatiya xwe bi bîr anî û got ku Til Temira kevn hemû qube bûn û got:"Til Temirê di serdema Fransayê de, qubeyên axî ava kirin. Til Temira kevn bi qubeyan hatibû avakirin, li ser girê wê yan jî li dora çemê Xabûrê. Qubeyên li dora çemê Xabûrê hatin hilweşandin û li şûna wan avahiyên nû çêkirin lê niha tenê ev qube li Til Temirê maye." Cûliyêt Namo xweşiya jiyana qubeyan wiha pênase kir:"Jiyana herî xweş jiyana di qubeyên axî de ye, germahiya wê zêde ye. Di van qubeyan de germahiya giyanên mirovên berê li vir jiyane heye, em wê baş hîs dikin û di wan kêliyan de dijîn. Ji me re evîn, hembêzkirin û hezkirina malên qubeyî bêdawî ye. Qubeyên axî yên niha hûn dibînin bûne mîraseke çandî. Hêviya min ew e ku ev qube weke xwe bimîne da ku em her zarokatî, dîrok û serdemên tê re derbas bûne bi bîr bînin û ji bîr nekin."  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.