• DAIŞ’ê di 20’ê Çileyê de li Taxa Xiwêran a Hesekê êrişî Girtîgeha Sînaayê kiribû. Di 26’ê Çile de QSD’ê bi fermî ragihand ku tevahiya girtîgehê hatiye kontrolkirin.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî spasiya şervanên QSD’ê kir û diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê dixwest bi riya dirûstkirina bûyek aloz re aramiya herêmê  têk bide û careke din xwe kurt bike.

DAIŞ’ê di 20’ê Çileyê de li Taxa Xiwêran a Hesekê êrişî Girtîgeha Sînaayê kiribû. Di 26’ê Çile de QSD’ê bi fermî ragihand ku tevahiya girtîgehê hatiye kontrolkirin.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî têkildarî serkeftina şervanên QSD’ê li hesabên xwe yên twitter û Facebookê peyamek weşand.

Peyama Qubat Talebanî wiha ye:

“Teqdîr û rêzeke mezin a me ji ew mêrxasî û fedekariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk  ku li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê nîşan dan heye ku karîn terorîstên DAIŞ’ê yên ji girtîgeha Guwêran reviyayî destgîr bikin. Terorîstên DAIŞ’ê dixwestin bi rêya dirustkirina bûyerek aloz , aramiya deverê têk bidin û careka din xwe xurt bikin.

Em hevxemiya xwe ji bi kesûkarên şehîdên operasyonê nîşan didin û hêviya başûbûnê ji birîndaran re dixwazîn.

Ev bûyer ji me re dibêje ku DAIŞ hîna metirsiyekî zindiye û divê li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî jê xafil nebîn û di amade başiyê de bin.

Erkê me hemûyane jî em rê liber bigrîn.”

SILÊMANÎ