Qubad Talabanî ji Hewlêrê ne razî ye!
Pêncşem 8 Kanûn 2022 - 03:24
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bi daxuyaniyekê ragihand ku Encûmena Desteya Wezîran a Hikûmeta Herêmê wê bi serokatiya serokwezîr Mesrûr Barzanî bicive. Hate diyarkirin ku wê di civînê de encam û civînên şandeya danûstandinê ya Hikûmeta Hewlêrê ya bi Hikûmeta Federal û mijarên herêmên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê werin gotubêjkirin.
Balkêş e ku Cihgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubat Talabanî tev li civînê nabe. Der barê mijarê de endama Rêveberiya YNK’ê Rabîe Hemed got; “Qubat Talabanî ji ber nerazîbûnê tev li civîna hikûmetê nabe.” Lê Rebîe diyar nekir ka Qubat Talabanî ji ber kîjan nerazîbûnê tev li civînê nabe.
NAVENDA NÛÇEYAN