- Mezlûm Ebdî: Wan dixwest Hesekê bi dest bixin û ji wir belav bibin. Ihtîmal hebû ku ev êriş wan ji nû ve veguherîne artêşekê. Me gelek caran elaqedarî vê dinya hişyar kir.
Rojnameya Emerîkî The Washington Postê, piştî hewldana xilaskirina endamên çeteya DAIŞ´ê li hepsa li Hesekê, berê xwe da wir û hem bi rayedaran re û hem jî bi şevanana re peyivî. Rojnameyê got, “Dinyayê ev hepsa li Sûrî ji bîr kir. DAIŞ´ê ji bîr nekir.” Rojnameyê bi wêneyên Nicole Tungê ev gotara Louisa Loveluck weşandiye.
Louisa Loveluck ji bo gotara xwe bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî re peyive. Jixwe meseleya êrişê jî bi fikar û pêşbîniyên wî dibîne: “Wî [Mezlûm Ebdî] ev sê salên bihurî bi hişyarkirina hatin wê şevê hevgirên biyanî bihurandin, nexasim jî Washington hişyar kir. Di nava 30 deqîqeyan de êdî ew jê piştrast bû: Xewnereşka ku wî pêşbîniya wê kiribû, diqewimî.”
Dixwestin DAIŞ´ê nû bikin
Mezlûm Ebdî dibêje, “Wan dixwest DAIŞ´ê nû bikin. Wan dixwest êrişî hepsê bikin, lê piştî wê pîlan mezintir bû.”
Rojnamevan bi wî lehengê Hepsa Sînaî ya li taxa Xiwêran Melek Maeş, yan jî bi navê xwe yê şervaniyê Bawer ê 26 salî re jî dipeyive. Ew gava êriş 20´ê Çile piştî ku roj diçe ava pêk tê, di navbera nobetê de çavên xwe germ dike. Li odeya ku ew û hin gardiyanên din ên hepsê lê, tenê sîlehek hebûye û ew jî tenê ji bo rewşên taybet bûye.
Bi teqîna kamyona bombebarkirî re, ew xwe berdide jêr, dibîne ku bi teqînê re deriyek vebûye û bi dehan êrişkar dikevin nava hepsê. Girtî jî direviyan.
Gava ew xwe berdide hewşa hepsê, bi bisteke hesinî li serê wî tê xistin, gardiyanekî din ê hepsê Akîf, bi yekane sîleha gardiyanan bersivê dide êrişkaran. Gava ku dixwaze bombeyeke destan a ku avêtine wan, li êrişkaran vegerîne, şehîd dibe. Bawer radihêje sîleha wî:
“Cihekî ewle ji me re lazim bû. Min jî deriyê jêr şikand û xwe di nava odê de asê kir.”
Bi şev 11 gardiyanên din xwe gihandin cem wî û gelek ji wan bi giranî birîndar bûn. 3 ji wan wê paşê şehîd bûbûn. Lê wî karîbû pêşiyê li reva gelek DAIŞ´iyan bigire.
Kurdo û Partîzan
Louisa Loveluck bi şervanê QSD´ê Kurdo re peyiviye. Ew di yekîneya Partîzan ê ji Serêkaniyê de ye. Sibeha piştî êrişê Partîzan bi yekîneya xwe re di çarçoveya operasyonê de li çerxerêyekê bû. Ji mêj şer li nava taxên cîranî hepsê Zixûr û Teqedumê belav bûbû.
Yekîneya Partîzanî diviyabû li nava xaniyên li taxê yên ereban de li şervanên DAIŞ´ê bigere.
Ji yekîneya wî Kurdo yê 27 salî ji ber ku êrişkaran unîformeyên dişibin ên wan li xwe kiribûn, dibêje “Hinek ji endamên me jî unîformayên weke yên wan li xwe dikirin.” Nêzî nîvrojê, gava ku Partîzan serê banan seh dike, sekvanek wî bi giranî birîndar dike. Ji ber birînê ew şehîd dibe.
Di çend rojan de bi sedan DAIŞ´î teslîm dibin, bi sedan jî tên kuştin. Çendek ji xebatkarên hepsê yên rehîn hatine rizgarkirin, lê Bawer di hundirê hepsê de hê asê bû. DAIŞ´iyan hewl dabû wê bi dû neçar bikin, teslîm bibe, her tişta spî ya pêre weke ala DAIŞ´ê reş bûbû ji tenî û dûxanê.
Dinyayê xwe kerr kir
Rojnamevan bi gotinên Mezlûm Ebdî nûçeya xwe bi dawî dike: “Wan dixwest Hesekê bi dest bixin û ji wir belav bibin. Ihtîmal hebû ku ev êriş wan ji nû ve veguherîne artêşekê. Me gelek caran elaqedarî vê dinya hişyar kir. Bi Erebî gotinek heye, dibêjin, ‘ti jiyan ji bo wî yê ku bang dike, nîne [Bi maneya her kesî xwe kerr kir].’”
NAVENDA NÛÇEYAN