QSD’ê êrişên dagirkeran têk birin
Çarşem 26 Sibat 2025 - 03:00
Şervanên QSD’ê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê, Pira Qereqozaqê û Dêr Hafirê têk birin. QSD’ê der barê şerê 24 saetên dawîn û encamên wê de, ev agahî parve kirin:"Şervanên me roja duşemê li hemû eniyan tevahî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser nuqteyên hêzên me têk birin.
Eniya Bendava Tişrînê: Balafirên şer rêzeêrişên xwe li ser derdora Bendava Tişrînê berdewam kirin. Çeteyan bi desteka hewayî û topbarana obîsan hewl da êrişî nuqteyên hêzên me bikin. Şervanên me bersiv dan û şerekî dijwar rû da. Di şer de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat tesbîtkirin. Çeteyan hewl da bi dronên xwekuj careke din êriş bikin. Şervanên me êriş têk birin û 4 dron xistin.
Eniya Pira Qereqozaqê: Gundê Tîna yê nêzî pirê gelek caran ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker hat bombebaran kir. Artêşa dagirker û çeteyên wê bi zêdetirî 110 guleyên obîsên giran, tank, roket û hawanan gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Siaa û Girê Sêvî û Qereqozaqê topbaran kirin, di encamê de zirarên madî yên mezin li mal û milkên şêniyan bûn. Hemwextî êrişên hewayî û topbarana obîsan, çeteyan êrişî nuqteyên hêzên me kir, şervanên me bersiva êrişan da û şer rû da. Di şer de 2 çete hatin kuştin û hinên din birîndar bûn, her wiha derb li 2 erebeyên çeteyan xistin. Şervanên me êrişeke din a çeteyan a li derdora Pira Qereqozaqê şikandin di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat zanîn. Di şer de 2 kamerayên mobesse û nuqteyeke çeteyan ku jê êrişî hêzên me dikin, hatin rûxandin. Li eniya bakur rojavayê pirê jî piştî êrişa çeteyan, di navbera hêzên me û çeteyan de şer rûda. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û yên din jî ji qadê reviyan.
Eniya Dêr Hafir: Çeteyan ji gundê Îmamê êrişê nuqteyek hêzên me kir, şervanên me bersiva êrişê dan û şer rûda. Di şer de hejmarek çete hatin kuştin, hejmarek birîndar bûn û erebeyek wan hat rûxandin. Hejmarek çete hewl dan bikevin nuqteya hêzên me lê şervanên me hewldan têk bir û 2 çete girtin û yên din jî reviyan. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora bajarokê Şêxler (Şiyûx) bi çekên giran topbaran kirin. Di encamê de zirarên madî çêbûn. Tevgera balafirên şer li ser herêmê nesekinî. Di tevahiya rojê de balafirên şer û yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser Eyn Îsa û gundewarên wê digeriyan.”
ANHA