QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên 6 mehên 2021’ê yên operasyonên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye eşkere kir. QSD’ê ragihand ku 245 çete hatine girtin, zêdetirî 50 çeteyî jî hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bîlançoya 6 mehan operasyonên xwe yên li dijî DAIŞ´ê ragihand.
QSD’ê got, "Sala 2021’ê, ji destpêka salê heta niha operasyonên li dijî DAIŞ’ê û berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam kir. Encama têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û li dijî dewleta Tirk a dagirker ya 6 mehên destpêkê yên 2021´ê wiha ye; Di 6 mehên destpêka sala 2021’ê de, li dijî DAIŞ’ê 34 operasyon hatin kirin. Bi giştî 245 çete hatin girtin. Di şerê dema operasyonan de 3 çete hatin kuştin. Di wan operasyonan de, tuneleke çeteyan hat dîtin. Motorek û 2 mayîn hatin rûxandin. Herwiha miqdarek mezin cebilxane hat desteserkirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka salê heya niha, li dijî gundewarên Eyn Îsa û Til Temir, 206 caran êrişê topbaranê, bêhtirî 10 caran zêdetir jî êrişên bejahî kirin. Evhewldanên dagirkeran hatin pûçkirin.
Di wan şeran de bi giştî, zêdetirî 50 çeteyên dagirker hatin kuştin, 25 çete jî birîndar bûn. 4 wesayîtên zirxî û 2 doçka hatin ruxandin, 2 wesayîtên zirxî jî hatin derbkirin. Herwiha di wan şeran de gelek cebilxane jî hat desteserkirin.
Di encama şer de 14 hevalên me şehîd bûn."
NAVENDA NÛÇEYAN