Navenda ragihandinê ya QSD'ê encama êrişên dewleta Tirk a li dijî gundê Dibisê eşkere kir. Di encama êrişê de welatiyek şehîd bû û 5 welatî jî birîndar bûbûn. Hêzên QSD'ê hewldanên artêşa Tirk a dagirkirina gundê Dibis têk bir. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê pêr êrişeke bi armanca dagirkirinê birin ser gundê Dibis yê li bakur rojavayê Eyn Îsayê.
Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) bersiva êrişê dan û hewldana dagirkirina gund têk birin. Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê zirarên êrişê de daxuyaniyek da û got, "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di 22'yê Îlonê de di saet 3:45'an de êrişî gundê Dibis yê li bakur rojavayî Eyn Îsayê kir û hewl da ku gund dagir bike û rêya M4 ya navnetewyî kontrol bike.
Hêzên me bersiv da êrişan û hewldanên dagirkirina gund têk birin. Di encama bersivdana hêzên me de 5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn."
Têkildarî hedefgirtina sivîlan, QSD’ê got, “Di encama êrişa dagirkeriya Tirk a li dijî herêmê de welatî Mecîd El-Ewed ê 35 salî şehîd bû û welatiyên din Zeyneb Mihemed Şerîf a 30 salî, Mihemed Şerîf El-Ewed ê 83 salî, Mehmûd El-Fesîh ê 19 salî, Yusif Mihemed Hec Hemadî yê 25 salî û Terfe Mirî birîndar bûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN