QSD’ê 32 çeteyên din jî girtin

Şemî 28 Çile 2023 - 00:10

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de 32 çete girtine.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev agahî hatin parvekirin; “Di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê de ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi desteka Koalîsyona Navneteweyî daye destpêkirin, hêzên hevbeş operasyonên lêgerîn û serdegirtinê yên li dijî çeteyên  DAÎŞ′ê li herêmên Kerame, Sirîn, Mensûra û Reqayê zêde kirin.

Di operasyonan de, hêzên me li her sê herêman 32 çete û gumanbar girtin, her wiha gelek çek, cebilxane û belge hatin desteser kirin.

 

Pîlana êrişê dikirin

Ji nav wan çeteyên ku li Reqayê hatine girtin, 2 çeteyên ku êrîşên terorîst bi rê ve dibirin û beşdarî êrîşa li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriyê bûbûn. Hêzên me tevgera şaneya terorîst li derdora bajarokê Mensûra şopandin. Wê şaneyê hewl dida dûrî herêmên operasyonên lêgerînê bikeve û cihên xwe biguherin. Lê hewldana wan hate vala derxistin û şane hate bêbandorkirin.

Hêzên me beşeke mezin a taxa Diriyê ji çeteyan paqij kirin.

Li rojavayê Reqayê jî hêzên operasyonên hevbeş operasyonên lêgerînê li gundên Ebû Qibêî û Hemam dewam dikin, her wiha operasyonên li herêma Sirînê li gorî plana hatiye danîn dewam dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.