• QSD’ê da zanîn ku hêzên wê, sê sîxur girtine û ev sê sîxur berpirsiyar in ji şehîdkirina fermandar û şervanên QSD’ê.

QSD’ê da zanîn ku hêzên wê, sê sîxur girtine û ev sê sîxur berpirsiyar in ji şehîdkirina fermandar û şervanên QSD’ê.

QSD’ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku hêzên wan sê sîxur girtine û ev sîxur ji dewleta Tirk a dagirker re dixebitîn.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser mijarê got, “Piştî şopandinê, yekîneyên taybet ên QSD’ê şaneyeke sîxuran a ji mêrekî û du jinan pêk dihat, girt. Vê şaneyê di demên derbasbûyî de ji bo dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîxurî dikir.

Ji şehîdkirina Sosin Bîrhat berpirsiyar in 

Agahî û belge di van demên bihurî de hatine komkirin û ev agahî û belge tawanbariya li dijî wan sîxuran piştrast dikin. Ev sîxur di qonaxa destpêkê ya lêpirsînê de li xwe mikur hatin û tohmet qebûl kirin. Vê yekê jî eşkere kir ku wan agahî kom kirine û tevgerên endama Meclîsa Leşkerî ya QSD’ê Sosin Bîrhat kom kirine û dane MÎT’a Tirk. 

Li ser vê yekê, fermandar Sosin Bîrhat, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Egîd Girkê Legê û şervanê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Rûbar Hesekê û şervan Seyfullah Ehmed di êrişeke hewayî ya hov a dagirkeriya Tirk de di 19’ê Tebaxa 2021’ê de şehîd bûn. Her wiha endamê Meclisa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rênas Roj jî şehîd bû.

Her sê sîxurji MÎT´ê re xebitîne

Sîxurên hatine girtin ev in: Y.E.S (mêr), E.E.S (jin) û R.H.H (jin).

Ew li xwe mikur hatin ku perspektîf û erk ji MÎT’ê girtine û dema hatine girtin amadekarî dikirin ku erkeke din a îstixbaratî pêk bînin û armancên din diyar bikin.

Li gorî belge û mikurhatinên sûcdaran, ew ji bo dadgehê hatin veguhestin da ku bêîn dadgehkirin û cezakirin.”

Li xwe mikurhatin û sûcên wan diyar in 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 20’ê Tebaxa 2021’ê de daxuyanî dabû û gotibû: “19’ê Tebaxê di saet 14:00’an, balafireke bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li wesayîta fermandarê YPG’ê Rênas Roj da û ew şehîd bû. Heman rojê di saet 18.00’an de dewleta Tirk a dagirker Navenda Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bombebaran kir. Di êrişa hov a dagirkeriya Tirk de endama Meclisa Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û endama Meclisa Leşkerî ya QSD’ê Sosin Bîrhat û hevrê Egîd Girkê Legê, Rûbar Hesekê û Seyfullah Ehmed şehîd bûn û 3 şervanên me birîndar bûn.”

Êrişên vê dawiyê

Herî dawî di êrişeke bi dronê ya li dijî wesaîta wan, 22´yê Tîrmehê li ser rêya Qamişloyê fermandara Yekîneyên Antî-Teror (YAT) Jiyan Tolhildan, fermandara YPJ’ê Roj Xabûr û endama YAT’ê Barîn Botan şehîd bûbûn.

NAVENDA NÛÇEYAN