Li herêma Dêra Zorê di operasyoneke QSD’ê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand. Wê got, 10’ê Kanûnê hêzên ewlekariyê li herêma Dêra Zorê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê operasyonek kiriye û 3 çeteyên DAIŞ’ê girtine.
Li gorî daxuyaniyê, çeteyên hatine girtin Ziyad Subhî Al-Emîn Ebû El-Qeqqa El-Qureyşi, Mihemed Mohsen El-Satam ( bi nasnav El-Atraş), Faris Musa El-Salbî ne.
DÊRA ZOR