QSD wê sîxuran nehêle
Sêşem 2 Tebax 2022 - 22:36
- Bi şehîdxistina jinên pêşeng ên Kongra Star û hedefgirtina mala Rêber Abdullah Ocalan re dagirkeran hedefên xwe eşkere kirin. Hilbijartina bajarê Kobanê jî ne tesadûfî bû.
CÎHAN BÎLGÎN / ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN
Êrişên dagirkeriya Tirk ên bi balafirên bêmirov ên biçek, ji Kobanê dest pê kirin û heta niha dewam dikin, lê cîhan li hember vê rewşê bêdeng e. Gelek dewlet jî bi firotina amûrên komkujiyê hevkarê sûc in.
Cara pêşî 23 Hezîrana 2020`an bi hedefgirtina endamên Kordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Zehra Berkel, Hebûn Mela Xelîl û dayîka Emîne Weysî bi balafirên bêmirov ên biçek re li bajarê Kobanê, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe bi rengekî din dan destpêkirin û qonaxa êrişên bi rêbaza dorneyan da destpêkirin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi êrişa 16`ê Nîsana 2021`ê ya bi droneyê mala rêber Abdullah Ocalan a li gundê Elpelûrê yê ser bi Kobanê jî bombebaran kir. Ev her du êriş li bajarê Kobanê ku bi taybet hatibû hilbijartin pêk hatin. Bi şehîdxistina jinên pêşeng ên Kongra Star û hedefgirtina mala Rêber Abdullah Ocalan re dagirkeran hedefên xwe eşkere kirin. Hilbijartina bajarê Kobanê jî ne tesadûfî bû.
Çima ji Kobanê dest pê kir?
Di 15’ê Îlona 2014’an de Rojavayê Kurdistanê bi taybetî jî Kobanê bû hedefa êrişên çeteyên DAIŞ’ê. Piştî vê, Rêber Abdullah Ocalan di 2-3'ê Cotmehê de bi HDP'ê û birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir û ji bo seferberiyê bang kir: "Li dijî DAIŞ'ê divê heta dawî berxwedan bê kirin. Gelê me yê Kobanê wê heta dawiyê li ber xwe bide. Mafê kesî tine ku gelekî tine bike, divê Kurd li her derê li ber vê siyasetê rabin, li dijî DAIŞ'ê berxwedaneke mezin bikin. Îro vê nekin, dibe ku sibe dereng be."
Piştî vê bangê, Kobanê di 26-27’ê Çileyê 2015’an de hat rizgarkirin û destpêka têkbirina DAIŞ`ê anî. Ji ber van destketiyên mezin, dewleta Tirk a dagirker bi şêwazekî tirsonek êrişên droneyan ên pêşî li dijî Kobanê dan destpêkirin.
Qehremanan dikin hedef
Dewleta Tirk di destpêka aloziya Sûriyê de çawa ku çeteyên El-Nusra û çeteyên DAIŞ`ê şand ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi têkçûna wan komên çeteyan re ew bi xwe ket dewrê. Pêşengên ku di têkbirina çeteyan de rolek mezin lîstin û mirovahî ji taritiyê û terorê xilas kirin, bi droneyên dagirkeriya Tirk tên şehîdxistin. Mînak Şehîd Hebûn Heleb, Hebûn Mela Xelîl, Dilar Heleb, Sosin Bîrhat, Rênas Roj, Berxwedan Kobanê, Kendal Rojava, Mizgîn Kobanê, Mizgîn Botan, Jiyan Tolhildan û Roj Xabûr û hwd. Dewleta dagirker ku bi cureyên şerê taybet, şerê dagirkeriyê tol hilneda, bi van êrişên asîmanî hewl dide tolê hilde. Koalîsyona Navneteweyî ku ji bo tunekirina DAIŞ derbasî herêmê bû, li hember hedefgirtina pêşengên ku DAIŞ têk birine çavgirtî û hevkar in.
Heta sala 2019`an rojavayê çemê Firatê di destê Rûsya, rojhilatê çemê Firatê jî di destê Koalîsyona Navneteweyî bi taybetî jî Emerîkayê de bû. Piştî şerê Serêkaniyê û Girê Spî bi taybetî xeta sînor ji Girê Spî heya Kobanê û Minbicê di destê Rûsya de ye. Qada hewayî ya herêma Cizîrê jî di destê Koalîsyona Navneteweyî de ye.
Sîxur tên girtin
Bêguman, di aliyê îstîxbaratî de ajan û sîxurên dewleta Tirk a dagirker jî agahiyan didin da ku êrişên droneyan pêk bînin. Li ser şahadeta hevrêyên xwe yên pêşeng, QSD û YPJ`ê soza tolhildanê dabû. QSD li dijî sîxur û ajanan li seranserê herêmê di 31`yê Tîrmehê da “Operasyona Sondê” dest pê kir. Di çarçoveya operasyonê de li bajarên Qamişlo, Til Temir, Hesekê, Şeddadê, Dêrazor, Reqa, Minbic, Til Temir û Kobanê 36 kesên ku di van şaneyên sîxurtiyê de cih digirin hatin girtin.
Sîxûrên ku hatine girtin destê wan di êrişên hewayî yên li bajarê Til Temirê ku di 19`ê Tebaxa 2021’an de pêk hat, hebû û bûbûn sedema şehadeta Fermandar Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê, Rênas Roj û hevalên wan. Bi giştî bûne sedema şehadeta 6 pêşengan. Her wiha sîxurên ku destê wan heye di şehadeta Fermandar Dilar Heleb û 2 hevalên wê de yên ku di 20`ê Nîsana 2022’an de li bajarê Kobanê şehîd bûn, û ajanên ku di 20’ê Cotmeha 2021’an de bûne sedema şehadeta Şehîd Hecî û rêhevalên wî, hatine girtin. Operasyona QSD`ê ya li dijî sîxur û ajanên MÎT`ê heya girtina sîxurê dawî wê dewam bike.