QSD wê heta dawiyê li dijî DAIŞ’ê be

Pêncşem 15 Îlon 2022 - 21:39

  • "Em ê heta pêkanîna armancên pêngavê, piştgiriyê bidinê."

QSD’ê da zanîn ku wê nirxandinên destpêkê yên encamên Pêngava Mirovî û Ewlehiyê û pêwîstiyên ji bo dewamkirina wê ji bo astengkirina şaneyên DAIŞ’ê kiriye û got, "Em ê heta pêkanîna armancên pêngavê, piştgiriyê bidinê."

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da. QSD’ê di daxuyaniyê de bal bire ser qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê û got, ew li gorî plan û armancên fermandariya pêngavê pêk tê.

QSD’ê got, "Ew pêngav li gorî plan û armancên fermandariya pêngavê di destpêkê de danîne, pêk tê. Hêzên me ku piştgiriyê didin  Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo vê pêngavê, nirxandinên destpêkê yên encamên pêngavê û pêwîstiyên ji bo dewamkirina wê ji bo astengkirina şaneyên terorîst, kes û rewşên ji bo kiryarên wan dibin guncaw, pêk anîn. Hêzên me diyar kirin ku ew pabendî erkên xwe yên destekdayîn û piştgiriyê ne, heta pêkanîna armancên pêngavê hemûyan û zextê li şaneyên DAIŞ’ê yên li kampê yan jî li derveyî wê dike, da ku ew şane werin girtin û bikevin ber lêpirsînê.

Niştecihên kampê yên di demên berê de rastî zilma şaneyên DAIŞ’ê û jinên wê hatine, mafdar in ku her tedbîra ewlehiyê ji bo wan were girtin û pêdiviya wan bi alîkariya civaka navneteweyî heye."

Di roja 23´yan de dewam dike

Operasyonên lêgerîn û paqijkirinê li kampa Holê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de, di roja xwe ya 23’yan de dewam dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê di 25`ê Tebaxê de dabû destpêkirin.

Vê sibehê saet di 05:00’ê berbangê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD û YPG/YPJ'ê li Kampa Holê belav bûn û saet di 06:00’an de dest bi operasyonên lêgerîn û paqijkirinê kirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.