QSD wê bersivê bide

Çarşem 30 Mijdar 2022 - 03:27

  • Fermandarê Giştî yê QSD´ê doh got, dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe yên leşkerî û çeteyan li ser sînorên bi Kobanê, Minbicê, û li bajarên el-Bab û Ezezê kom dike û ew jî li hemberî vê tehlûkeyê, bersiva leşkerî koordîne dikin. 

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) doh saet 15´an ciuvîneke çapemeniyê bi beşdariya Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî li dar xist. Ebdî got, heger dewleta Tirk li hemberî xwe muxalefeteke cidî ya navneteweyî nebîne, wê êrişa di erdê re bide destpêkirin. Ebdî da zanîn ku ev ê tesîrê li milyonek mirovî bike. Ji bo êrişên di erdê re jî wî da zanîn ku ew bersivîn leşkerî yên pêwîst koordîne dikin. 

Mezlûm Ebdî bersiv da pirsên rojnamevanan û got, “Êrişên topyekûn ji 10 rojan ve bexasim li dijî binezasiya heyatî dewam dikin. Zexteke mezin li ser xelkê herêmê heye. Ji ber êrişan hevkariya me ya bi koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê, niha sekinîne. Lewma daxuyaniyên serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan eşkere nîşan didin ku amadekariyên êrişeke di erdê re tên kirin”.  

Mezlûm Ebdî da zanîn ku ew ji bo bersiva êrişa di erdê re bidin, amade ne: “Em amade ne bi tevahiya hêza xwe li dijî êrişê şer bikin. Tesîra vê êrişa delweta Tirk wî ji yên beriya niha mezintir be. Û ew ê tesîrê bike li her aktorê li Sûrî yan jî xwe bi meseleya Sûrî kiriye. Krîza Sûrî wê li destpêkê bê vegerandin.”

 

Milyonek mirov di tehlûkeyê de ne

Fermandarê Giştî yê QSD´ê da zanîn ku milyonek mirov li wan herêman dimînin ku Tirkiye dixwaze êrişî bike, û ji ber wê jî krîz û felaketeke insanî dibe ku biqewime. Wî li ser mijarê di dewamê de got, “Hemû wê penaber bibin. Binesaziya ewlehiyê ya li dijî DAIŞ´ê jî di tehlûkeyê de ye. Hewldanîn revê yên girtiyên DAIŞ´î û çalakiyên şaneyên veşartî yên DAIŞ´ê jî zêde dibin.”

 

Civaka navneteweyî tehlûkeyê nabîne

Di dewamê de Mezlûm ebdî xwest civaka navneteweyî helwêsteke xurttir û zelaltir beramberî dewleta Tirk nîşan bide, lewma tehlûkeyên li meydanê, vê li ser wê ferz dikin. Lê civaka navnetweyî li gorî vê tehlûkeyê tev nagere. 

 

Minbic Kobanê el-Bab û Ezaz

Li ser pirseke elaqedarî berhevkirina leşkeran a aliyê dagirker, Mezlûm Ebdî da zanîn ku ew dibînin ku li ser sînorên bi Minbic, Kobanê re û li el-Bab û Ezezê dagirker hêzên xwe kom dikin. Di dewamê de jî wî got, “Bicihkirina hêzên leşkerî li van deveran em weke tehlûke dibînin û bersiveke leşkerî ya beramberî wê em koordîne dikin.” 

 

Hêzên Sûrî bi peymanê dikarin vegerin bajaran

Mezlûm Ebdî li ser pirseke daxwazên Rûsya û vegera hêzên rejîmê li herêmên wan jî got, “Jixwe hêzên hikûmeta Sûrî li ser sînor hene piştî peymana agirbestê ya sala 2019´an bi Tirkiyeyê re. Hêzên wan ên li ser sînor ji yên me bêhtir in; niha ti nîşanên wê yekê nînin ku hêzên hikûmeta Sûrî bikevin bajaran, ji ber ev yek tenê bi peymaneke siyasî dibe.” 

Wî wekî din got, “Rûsyayê ti daxwaz ji me nekirin. Daxwazên me hebûn; me xwest alî hemû li gorî li hevkirina agirbestî ya Sochi ya 2019´an tevbigerin.”

 

Man û neman e

Mezlûm Ebdî sînorîn êrişeke dewleta Tirk a muhtemel diyar nekir û got, “Vê carê ti sînordarkirina herêma êrişê nîne. Ji ber wê vê carê ji bo me mesele ya man û nemanê ye. Ew dixwazin êrişê bidin destpêkirin, lê ji ber bersiva Rûsya û DYE´yê dudilî ne. Heger ew muxalefeta li dijî xwe nebînin. Ew ê êrişê bidin destpêkirin.” FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.