- Egîd Qeremox: Di çend mehên bihurî de şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de derbên giran li hêzên dagirker dan. Hêzên dewleta Tirk gelek caran, ji bo ku cenazeyên leşkerên xwe bigire, Rûsya wekî navbeynkar xist dewrê.
Piştî gefên dîktatorê Tirk Tayyip Erdogan ji bo dagirkirinê li Rojavayê Kurdistanê xwarin, QSD´ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew hem li mijarê dikolin û hem jî amadekariyan dikin. Yek ji fermandarên meydanî yên QSD’ê Egîd Qeremox got, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemwextî êrişên hovane yên li dijî navçeya Eyn Îsayê, hêzên xwe sewqî nêzî navçeyê dikin.
Egîd Qeremox da zanîn ku di çarçoveya pîlanên dewleta Tirk a dagirker ên xwegihandina rêya M4 û ferzkirina dorgirtina leşkerî li ser bajarokê Eyn Îsayê de gelek gundên li bakurê rêya M4 ya li nêzî Eyn Îsayê bi dijwarî tên topbarankirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe de çekên giran, tank, moşek û balafirên bêmirov bi kar anîn. Gundên rûbirûyî êrişên dagirkeriyê tên; Mielek, Cidêdê, Xalidiyê, Hoşan, kampa Eyn Îsayê ya li rojhilatê Eyn Îsa, gundên Mişêrêf, Fatsê, Cehbel, yên li rojava, gundê Seyda yê li bakur, her wiha taxên li bajarokê Eyn Îsayê.
Hêzeke mezin veguheztine ser xeta bereyê
Egîd Qeremox got, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên mezin sewqî derdora Eyn Îsayê û gelek gundên wê kirine da ku êrişên nû bikin.”
Qeremox wiha dewam kir: "Di çend mehên bihurî de şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de derbên giran li hêzên dagirker dan. Hêzên dewleta Tirk gelek caran, ji bo ku cenazeyên leşkerên xwe yên li derdora Eyn Îsayê hatine kuştin bigire, Rûsya wekî navbeynkar xistin dewrê."
Egîd Qeremox got, QSD ji bo parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkbirina dagirkeran û hevalbendên wan ji her senaryoyê re amade ye. Wî got, xelkê Eyn Îsayê di şikandina êrişan de xwedî rola herî mezin e.
Rûsya xuya dike lê nîne
Der barê hebûn û rola hêzên Rûsyayê li navçeyê de Egîd Qeremox got, "Di çend mehên borî de moşekên dewleta Tirk li nêzî baregehên Rûsyayê ketin. Lê Rûsan ti helwêst nîşan neda. Hebûna Rûsyayê li navçeyê şeklî ye."
Di encamên êrişên dagirkeriya Tirk ên bênavber li ser navçe û gundewarên Eyn Îsayê de 64 welatî birîndar bûn, ji wan 33 zarok in û gelek jî seqet man.
Bi dehan gund jî hatin wêrankirin û welatiyên wan koçber bûn.
Guhertin di rewşa hêzan de nîne
QSD'ê piştî ku dîktatorê Tirk Erdogan li xwe eşkere kir ku ew amadekariya dagirkirina Rojava dikin, daxuyaniyek da. QSD´ê got, di rewşa hêzên navneteweyî yên li herêmê de guhertineke stratejîk çênebûye û da zanîn ku ew gefên Tirkiye li aramiya herêmê dixwe, lêdikolin.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di daxuyaniyê de got, "Ti guhertinên stratejîk di belavkirina hêzên navnetweyî yên garantor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tine ye. Germkirina rewşê û nîşandana hêzê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve di çarçoveya hewldanên têkbirina aramiyê de, her wiha armanca dagirkeriyê jinûve zindîkirina DAIŞ'ê ye.
Hêzên me asta gefên dewleta Tirk ên aktîf û pêşbîn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lêdikolin û agahiyan bi hêzên navneteweyî yên garantor re parve dikin."
Li Astana bazareke nû?
Rayedarekî Qezaxistanê da zanîn ku 14-16`ê Hezîranê gera 18`an a civînên Astanayê wê li dar bikeve. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qexazistanê ji rojnamevanan re got, gera 18`an a civînên Astanayê li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultanê wê were lidarxistin.
Wî her wiha got, Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê dewletên garantorên diyalogan û çavdêr jî vexwendine.
Ji ber ku dewleta Tirk ji nû ve gefên dagirkirina Rojava dixwe, mirov bivênevê dipirse, gelo dewleta Tirk wê bazarê bi Rûsan û rejîma Şamê re bike.
Gera 17`an a Astanayê 21-22`yê Kanûnê li dar ketibû.
Guhertin di rewşa hêzan de nîne
Rayedarekî Qezaxistanê da zanîn ku 14-16`ê Hezîranê gera 18`an a civînên Astanayê wê li dar bikeve. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qexazistanê ji rojnamevanan re got, gera 18`an a civînên Astanayê li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultanê wê were lidarxistin.
Wî her wiha got, Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê dewletên garantorên diyalogan û çavdêr jî vexwendine.
Ji ber ku dewleta Tirk ji nû ve gefên dagirkirina Rojava dixwe, mirov bivênevê dipirse, gelo dewleta Tirk wê bazarê bi Rûsan û rejîma Şamê re bike.
Gera 17`an a Astanayê 21-22`yê Kanûnê li dar ketibû.
ANHA/EYN ÎSA