QSD ji êrişan re amade bû

Duşem 21 Mijdar 2022 - 00:41

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser bombebaranê ji Ronahî TV’yê re axivî û got, "Êriş li dijî nuqteyên sivîl û leşkerî hatin kirin. Her wiha li hemberî nuqteyên hêzên me û yên dewleta Sûriyeyê hatin kirin. Hin şehîd û birîndarên me hene. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, wê êriş demeke din dewam bike. Eşkere ye ku ti elaqeya me bi êrişa terorîst a li Stenbolê re nîne. Cîhan tev bi vê dizane. Elaqeya ti aliyekî Kurd bi êrişeke terorîst a li hemberî sivîlan re nîne."

Ebdî ji bo êrişa li Taksîmê got, "Ev lîstik bûyereke istîxbarata Tirk e. Bi destê çeteyên ser bi deweta Tirk ve hatiye kirin. Dixwazin ku hêzên me bi vê êrişê sûcdar bikin. Bila her kes zanibe ku êrişên niha têne kirin, ev salek e ku amadekariya wan hatiye kirin. Dewleta Tirk êrişa li Stenbolê ji xwe re kir hincet."

 

Şer wê li her derê belav bibe

Mezlûm Ebdî ji bo sedema êrişê jî got, "Ev jî lîstikeke Erdogan a ji bo hilhilbartinê ye. Bi êrişên bi vî rengî ti carî nikarin îradeya me bişikînin. Hêzên me ji van êrişan re amade bûn. Lewma em bawer nakin ku karibin zerareke mezin bidin hêzên me. Lê belê heger dewleta Tirk êrişan dewam bike, wê her kes zerarê ji vê yekê bibîne. Em naxwazin şerekî mezin rû bide. Lê belê dewleta Tirk heger di şerê li dijî me de israr bike, em ji berxwedaneke mezin re amade ne. Şer wê tenê li vir nemîne, wê li her derê belav bibe û bandorê li her kesî bike. Em bang li her kesê peywendîdar dikin da ku erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin û êrişên hovane yên dewleta Tirk rawestînin."

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.