QSD'ê soz da ew ê tolê hilîne
Çarşem 17 Tebax 2022 - 21:33
- QSD'ê ragihand ku di encama êrişa pêr bi şev a dewleta Tirk a bi balafirên bêmirov de li gundewarên Amûdê 4 şervanên Erka Xweparastinê şehîd bûne.
QSD'ê ragihand ku di encama êrişa pêr bi şev a dewleta Tirk a bi balafirên bêmirov de li gundewarên Amûdê 4 şervanên Erka Xweparastinê şehîd bûne. QSD'ê soz da ku ew ê tola wan hilîne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser mijarê daxuyaniyek weşand û got, "Doh (Pêr bi şev) balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker nuqteya Hêzên Erka Xweparastinê li gundewarê Amûdê kir armanc. Di encamê de 4 şervan şehîd bûn û gelek welatiyên ku hewl dan birîndaran bibin nexweşxaneyê jî birîndar bûn. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker asta topbaran û êrişên li dijî Kobanê û gundewarên wê zêde kir. Di encamê de zarokek şehîd bû, 4 welatî jî birîndar bûn ku di nav wan de jin jî hene.
Asta bilindkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên rojane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi awayekî yekser armanckirina herêmên tê de xelkê sivîl hene, careke din sûc û binpêkirina wê ya tevahiya lihevkirin û peymanên navneteweyî eşkere dike. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û careke din piştrast dikin ku em parastina rewa ya gel û xaka xwe dikin û soz didin ku em ê bi hemû rêbazên leşkerî yên guncaw tola şehîdên xwe hilînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN