Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratî (QSD) jî daxuyaniyek da raya giştî û got, “Hêzên me êrişî hêzên Pêşmergeyan nekirin, em her tim rêzê ji serweriya Herêma Kurdistanê re digirin."

Li ser bûyera şeva 16'ê Kanûnê jî QSD'ê got, "Bûyera ku şeva 16`ê Kanûnê li nêzî herêma Sihêla ya li ser sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de rû daye, ne êrişek li dijî ti nuqteyên hêzên Pêşmergeyan ên girêdayî hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Tişta rû dayî tenê kêmbûna koordîneya di navbera hêzên ewlekariyê yên li her du aliyên sînor bû."

Bi vî rengî derewa PDK'ê ji aliyên hêzên bawerî bi wan bê gelek caran lê hat eşkerekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN