Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, cenazeyên 18 çeteyên xwe yên li gundê Mielekê yê Eyn Îsayê pêr di şer de hatin kuştin, doh di bin çavdêriya hêzên QSD'ê de ji herêmê birin.

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe pêr bi şev êrişî Eyn Îsayê kiribûn û li gundê Mielekê yê Eyn Îsayê di şer de 18 çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatibûn kuştin, êriş jî hatibû şikandin.

18 cenazeyên leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker doh bi navbeynkariya leşkerên Rûs û di bin kontrola hêzên QSD'ê de ji herêmê hatin birin.

ANF/EYN ÎSA