QSD'ê êrişeke artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundê Sakîro yê li rojhilatê Eyn Îsayê têk bir. Di encamê de hejmareke mezin a çeteyan birîndar bûn, yên mayî jî reviyan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker, pêr bi şev saet di 21:30`î de hewl da gundê Sakîro dagir bikin. QSD´ê da zanîn ku hêzên wan hewldana çeteyan têk bir û di encamê de gelek çete birîndar bûn, yên mayî jî neçarî revê bûn.
Li gorî Navenda Ragihandina QSD`ê, di du rojên dawî de ev cara duyemîn e çete hewl didin gundê Sakîro dagir bikin û QSD hewldanên wan têk dibe.
QAMIŞLO