Navend Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê da zanîn ku îdiayên Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ên elaqedarî şehadeta 7 şervanên wan, ne rast in.
QSD’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal bire ser îdiayên dewleta Tirk ên têkildarî şehadeta 7 şervanên wan û got, "Di rojên 4,5,7’ê Adarê de ji aliye Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker ve li ser hesabên fermî têkildarî herêma (bi navê Mertalê Firatê) hin nûçe hatin belavkirin. Nûçeya dibêje, wan 7 şervanên me şehîd kirine, ne rast e. Her wiha dibêjin, wesayîteke teqemenî lê barkirî, bê bandor kirine. Ev îdîa, bi ti awayî ne rast in.
Artêşa Tirk a dagirker bi van nûçeyan dixwaze êrişên xwe yên li herêmê rewa bike. Gelê me û raya giştî divê ji van nûçeyan bawer neke."
NAVENDA NÛÇEYAN